Heleb bi rengê jinê xemilî

8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanî li Helebê bi meş û mîtîngê hate pîrozkirin. Taxa Şêxmeqsûdê bi rengê jinê xemilî.

Bi pêşengiya Kongra Star a Helebê, jin bi dirûşma "Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve" li Helebê li hev kom bûn.

Bi hezaran kes li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger a Taxa Şêxmeqsûdê li hev civiyan.

Jinên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ber bi Qada Şehîdan ve dest bi meşê kirin.

Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyan, ji Kongra Star Zelal Ceger axivî.

Zelal Ceger destpêkê 8'ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li jinên azadîxwaz û kedkar hemûyan pîroz kir û got, "Weke ku Rêber Apo dibêje, bi rengê jinê bi şoreşa jinê, jiyan azad dibe. Ji ber wê em îro bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ber bi şoreşeke azadiyê ve diçin. Li keleha berxwedanê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê em vî tiştî dibînin û ji vê rastiyê yeqîn dikin."

Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Paşerojê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Galiya Kejwan jî 8'ê Adarê li jinên Sûriyeyê û hemû jinên azadîxwaz pîroz kir û destnîşan kir ku bi hevgirtina jinan wê şoreşa jinê bi ser bikeve.