Talabanî peymana bi Şamê re silav kir
Lîderê YNK'ê Bafil Celal Talabanî peymana 10'ê Adarê ya li Şamê hate mohrkirin silav kir û got, "Gaveke gelekî hêja û girîng e ku wê piştevanî û jiyana hevpar a li Sûriyeyê ya nû, xurt bike."
Lîderê YNK'ê Bafil Celal Talabanî peymana 10'ê Adarê ya li Şamê hate mohrkirin silav kir û got, "Gaveke gelekî hêja û girîng e ku wê piştevanî û jiyana hevpar a li Sûriyeyê ya nû, xurt bike."
Di navbera Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî û Serokê Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê Mûhammed el Colanî (Ahmed El Şara) de 10'ê Adarê peymanek ji 8 xalan hate îmzekirin.
Di peymanê de gelek xalên krîtîk û girîng hene ku misogerkirina hemû mafên destûra bingehîn ên Kurdan, entegrekirina saziyên leşkerî û sivîl li nava rêveberiya giştî û vegera penaberan jî di nav de ne.
Lîderê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî bi daxuyaniyekê peyman silav kir û hêvî kir ku ev yek bibe destpêkeke nû.
Daxuyaniya Talabanî bi vî rengî ye:
"Ez bi germî pêşwaziya lihevkirina di navbera birêz Mazlûm Abdî û birêz Ehmed Şara de dikim, ev gaveke girîng û erênî ye ji bo xurtkirina jiyana hevbeş û xebata hevbeş di Sûriyeya nû de. Ev rêgezek raste ku dê aramiya siyasî û ewlehiyê bi xwe re bîne û me ji destpêkê ve daxwaz kir û ji bo wê kar kir.
Em hêvîdarin ku ev pêngava ku mafê gelê me yê Rojava û hemû civakan diparêze, bibe destpêkek nû ji bo avakirina welatekî demokratîk û dostê gelan ku destûra bingehîn bingeha xebat û hevkariyê ye.
Weke her car ez piştgiriyê didim xebatên birayê xwe Mazlûm Ebdî yên ji bo aştî û aramiya herêmê."