TAJÊ: Xwekuştin ne çareseriy e, çareseriya her pirsgirêkekê heye

Daxuyaniya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) têkildarî bûyerên xwekujiyê yên jinên Êzidî û taybet ên li kampên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) anî ziman ku xwekuştin ne çareseriye û got: “Çavê vê civakê li me ye ku em bibin pêşengê wan û ji bo wan tekoşîn bikin. Herwiha yê ku bibe bersiva fermana jî cardin keç û jinên ciwan yên Êzîdî ne.”

Daxuyaniya TAJÊ’ wiha ye: “Di nav civaka me ya Êzîdî de van demên dawiyê bûyerên xwe kujeriyê zêde derket pêş, taybet li kampên Başûrê Kurdistanê û her wekî din keç û jinên Êzîdî dema neçar dimînîn, serî li xwe kujeriyê didin.

‘XWEKUŞTIN NE ÇARESERÎ YE’

Wek Tevgera Azadiya jinên Êzîdî dema em van bûyeran dibîhîsîn xemgîn dibin û em dibêjin xwe kuştin ne çereserî ye. Şuna xwekuştinê divê em malbata xwe û civaka xwe û taybet keç û dayikên me yên ku niha di destê DAÎŞ’ê ku çarenûsa wan ne diyar e, em wan bifikrin û ji bo wan tekoşîn bikin. Ji ber ku yê herî zêde di dema fermanê de rû bi rûyê zehmetî, xwekuştin, firotin, şewitandin û êşkencê hatî jina Êzîdî bû, bi taybet jî jinên ciwan rastî van rewşên zehmet hatin.

‘ÇAVÊ CIVAKÊ LI ME YE KU EM TOLÊ Û PÊŞENGTIYÊ JÊRE BIKIN’

Yê ku îro tola wan hilîne û bibe bersiva van lîstokên ku li ser civaka me ya Êzîdî tên meşandin, jina Êzîdî ye. Ji ber wek jinên Ciwan yên Êzîdî îro barê me giran e. Çavê vê civakê li me ye ku em bibin pêşengê wan û ji bo wan tekoşîn bikin. Herwiha yê ku bibe bersiva fermana jî cardin keç û jinên ciwan yên Êzîdî ne. Divê hêrsa me nebe sebeba xwekuştinê, divê bibe sebeba tolgirtinê ji hêzên dagirker û kujerên civaka me ya Êzîdî ku her car ferman li ser vê civakê pêktînîn.

‘WERIN SER CIH Û WARÊ XWE, XEBATÊ BIKIN’

Niha pergalekî şerê taybet li ser civaka me ya Êzîdî tê meşandin û di nav de jî taybet jin û keçên ciwan tên hedefgirtin. Bi awayek zêde şixûlandina tora civakî, ji keç û jinên ciwan yên Êzîdî re dibe bela û gelek car tên wê rewşê ku nikarin ji nav derkevin. Her wiha di kampên Başûrê Kurdistanê de jî ev bûyerên xwekujeriyê zêde dibin û jin li nav wan kampan wek rêyekî çareseriyê xwe dikujin.

Banga me ji wan re ew e ku dikarin werin ser ax, cih û warê xwe û li vir xebatê jinên Êzîdî bimeşînîn. Lewma divê em timî rêyên çareseriyê peyda bikin, di her pirsgirêkekî de nabe em serî li xwe kujeriyê bidin. Di her tengaviyekî de bi rêyên nîqaş, danustandin û parvekirinê em dikarin derûnûya xwekujeriyê derbas bikin.

‘DERIYÊ TAJÊ JI HEMÛ JIN Û JINÊN CIWAN ÊN ÊZIDÎ RE VEKIRIYE’

Piştî fermanê heta niha di aliyê jinên Êzîdî de gelek kar û xebat hat meşandin. Bi avakirina Tevgera Azadiya jinên Êzîdî yek jî armanca me rêxistinkirina jinên Êzîdî ye. Herwiha bersiv dayîna hemû pirsgirêkên civakî û keç û jinên ciwan yên Êzîdî ye. Her kîjan jinek, keçek Êzîdî tengav bibe, bixwaze nîqaş bike, rêyê çareseriyê bigere dikare serî li Tevgera Azadiya jinên Êzîdî bide. Meclîsên me yê TAJÊ li her gund û bajarokên Şengalê û dervayî welat xwe birêxistin kiriye.

Her keç û jinek ciwan bixwaze serdana TAJÊ bike, ji bo nîqaş û çareserî em ji vê re amade ne. Em ê bi hemû derfet û îmkanê xwe ji pirsgirêkê jinên Êzîdî re bibin bersiv. Em wek malbata we ya duyemîn in. Bê tirs bê guman, bê dudilî, bê ku hûn li paş xwe binêrin hûn dikarin wer in. Di vê jiyanê de hêvî ti caran naqede û TAJÊ jî li ser bingeha ku ji hemû jinan re bibe bersiva hêviyê hatiye damezrandin. Rêber Apo ji bo jinan derfet û rêyên çareseriyê avakiriye, lewma di serdema niha de bi fikrê Rêber Apo em ti carî neçarî xwe kuştinê nabin.”