TAJÊ: Sala nû wê bibe sala misogeriya xweseriya Şengalê

TAJÊ ji bo parastina destketiyên Şengalê banga xwedîderketinê kir û diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku sala 2021'ê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina xweseriya Şengalê."

Koordînasyona Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê sala 2020'î ji aliyê xwe ve nirxand û ji bo sala nû peyam da.

Daxuyaniya TAJÊ wiha ye:

"Di çarçoveya pêngava KCK'ê de ku bi dirûşma 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' da destpêkirin, bi çalakiyên xurt û berxwedêr heya roja me ya îro berdewam dike. Bi destpêkirina vê pêngavê re wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) di pêşengtiya jinên Êzîdî û tevahî pêkhateyên Şengalê, me tevlîbûna xwe bi daxuyaniyek ragihand û rojane tevlîbûna me bi çalakiyên cûr be cûr berdewam kir. Her wiha di berdewamiya vê pêngavê de KJK’ê jî pêngavek bi dirûşmeya 'li hember qirkirina jinê, dem dema parastina jina azad û civakê ye' dest pê kir û ev pêngav li her çar aliyê cîhanê belav bû. Jinên azadîxwaz, têkoşer û berxwedêr vê pêngavê bi çalakiyên rojane,  bi berpirsiyartiyên mezin pêşwazî kirin. Bi armanca xurtkirin û piştgîrîdayîna van pêngavan, TAJÊ ji bo azadiya serokatî pêngavek dest pê kir û di vê çarçovê de jinên Êzîdî tevlî çalakiyan bûn û di her alî de li mafê xwe, li azadiya xwe û parastina civakê xwedî derketin.

Li ser vê bîngehê heya roja îro xwedî derketina li vê pêngavê bi hişyariya li hember pirsgirêkên civakê û pêşketinên rojane didome. Bi ruhekî berxwedêr û tolgirtinê  heta dawiyê tevlîbûnek jinên Êzîdî di asta pêşeng de pêk hat. Li dora fikrê serokatî kombûyîn, ji bo azadiya Serok çalakî, semîner, civîn, daxuyanî her wiha xwe rêxistin kirin û li pêşberî civaka xwe di asta herî jorê de xwe berpirsyar ditîn derket pêş. Jina Êzîdî azadiya Rêber Apo wek azadiya xwe dît û li hemberî her cure êrîşên wekî tecrît, xirabkirina şert û mercên jiyanê û her wekî din de hişyar tevgeriya û timî bû xwedî seknekî bi çalak bû.

Wek tê zanîn destavêtin û destdirêjî yên ku li hember jin û zarokan pêk tê, bi taybetî ji aliyê hêzên dagirker û dewletê ve wek rêbazek desthilatdarî, xistina bin serweriya xwe û bêdengkirinê pêş dikeve. Bêguman dema ku kiryarên bi vî rengî pêk têndi nav civakên ku xwedî nirx-darezên hişk in kuştin, qetlîam û xwekujerî pêş dikeve. Pêşxistin û domandina çanda tecawûzê rêbazeke qirkirin û fermana li ser civakê ye. DAÎŞ dema 2014'an êrîşî Şengalê kir, di serî de dest avêtin jin û zarokan. Tacîz, tecawûz û kiryarên herî ketî, bê ehleq li hember jina Êzîdî pêş ket û jin di bazaran de hatin firotin. Bêguman ev aliyekî herî berçav e, lê divê mirov vê yekê tenê bi aliyekî nenirxîne. Lê belê ne tenê di asta zayendî de, di hemû çavkaniyên jiyanê de ev çand hatiye rûnişkandin.

Bi taybetî  jinên ku 2014'an dema fermanê ketin destê DAÎŞ'ê ji bo aqubeta wan û lêpirsînê jî kar û xebat hatin meşandin. Gelek ji wan hatibin rizgar kirin jî, lê gelek ji wan aqubeta wan ne diyar e. Ev mijar jî mijarekî tekoşîn û xebata TAJÊ ye ku li ser vê tekoşînekî bê hempa tê meşandin. Herwiha jinên ku hatine rizgarkirin bi polîtîqayên cuda re rû bi rû dimînîn. PDK’ê di fermana 74 ‘an de xiyanetekî dîrokî li gelê me yê Êzîdî kir, ev yek têr nekir, wek berdewamiya vê jî jinên ku bi berdelên pir mezin ji destê DAIŞ ê hatine rizgarkirin dest tavêjin wan û bi hişmendiyekî paşverû û desthilatdarîyê dişînîn dervayî welat. Li wir bi saziyên taybet ya jinê ji çand ol û axa xwe dur dixin. Wisa dikin ku dixin nexweşxaneyekî taybet bi navê psîkoterapiyê ji hepsekî din dikevin hepsekî dinê.

Di vê salê de  pêngavek gîrîng jî vegera gelên Şengalê û ji nûde avakirina Şengalê bû. Li ser esasê bangavaziya Rêveberiya Xweser pêl bi pêl vegera gelê Şingalê destpêkir û heya niha bi hezaran însan vegeriyan ser axa xwe. Rolekî TAJÊ di vê vegerê de ji bo pêşwazî kirina gel û eleqedarbûyîna bi jinan re hat pêşxistin û tekîldarî vê mijarê gelekî kar û xebat hatin meşandin. Vegera gel pir rumet e û hişyariya li hember ax, çand û ola xwe ya Êzdayetî ye, pîroz û bi nirx e.

Di 9’ê cotmehê wek berdewamiya komploya li ser rêber  Apo  û operasyonên li ser Grî Spî û Serêkaniyê, herwiha wek perçeyekî fermana 2014’an hevpeymanek hat îmze kirin. Hevpeymana ku 1’ê cotmehê îmze kirin, 9’ê cotmehê îlan bû.  Ev jî peyamek qirkirina civaka Êzîdî ye. Destkeftiyên ku ev heft sal e ji aliyê civaka Êzîdî û jinên Êzîdî ve pêşketiye dixwazin tûne bikin û pergala xweseriyê, parastina cewherî ji holê rabikin. Şengal, piştî peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de careke din bû rojeveke herêmî û navneteweyî. Beriya 9’ê Cotmehê ku hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê, peymanek der barê Şengalê de îmze kir, gelek komplo û pîlan li dijî Şengalê hatibûn amadekirin. Di vê peymanê de îradeya pêkhateyên Şengalê û Rêveberiya Xweser  esas nehatin girtin, helbet ji komployên din ên li dijî Şengalê ne dûr e. Komploya 9’ê Cotmehê jî wekî xelekeke ji zincîrên komployên li dijî Şengalê di sedsala 21’an de ye.

Bê gûman çawa ku di vî alî de civaka Êzîdî bû xwedî helwestên mezin, jina Êzîdî û dayikên Êzîdî jî şev û roj li ser piyan bûn û li hemberî vê komploya qirêj tekoşînekî bê hempa meşandin. Jin him di milê çalakî de, him di milê rêxisitnkirinê de him di milê şiyar kirina gel de pêşeng bûn û dengê xwe gihandin hemû cîhanê. Bertekên jinên Êzîdî, hêrsa jina Êzîdî û gumana ku fermanek din were jiyan kirin, bi rihekî berxwedaniya bê hempa û bi şiyar bûnekî pir mezin çalak tevgeriyan ev yek bandorekî pir mezin çêkir, li hemû perçeyên Kurdistanê û dervayî welat piştgrî û bersivek xurt dan vê tekoşînê û beşdarî vi rihî bûn.

Di dîroka jina Êzîdî de cara yekê jin û dayik ji bo xwedî li nirxên xwe û destkeftiyên xwe derkeve li Bexdayê hevditînên cûr bi cûr pêşxistin û ev hevdîtîn bi gelek rayedarên dewletê re pêşket û di heman demê de li Başûrê Kurdistanê jî li gel rêxistinbûnên jinan hevdîtîn kirin û dijî vê tifaqê piştgiriyên pêwist ji aliyên rêxistinbûna jinan ve pêşket.

Di pêşengtiya TAJÊ de kar û xebatên sala 2020’an bi armanca azadiya serok, tinekirina komplo û tifaqan herwiha ji bo xurtkirina yekîtîya jin, di bin sîwana jinên  Êzîdî de tevahî jinên Êzîdî û pêkhateyên Şingalê û yên li çar aliyê cîhanê, tekoşîn bilindbû û di pêşengtiya TAJÊ de ne tenê tifaqiya jinên Êzîdî tifaqiya hemû jinên Şingalê û Iraqê hat armanckirin, ji bona vê di her alîyê civakê de kar û xebat hatin meşandin. Li servî esasî jinên Ereb, Aşûrî, Şîa, Suryanî, Tirkmen gihan hev û ji bo parastina nirxên xwe û civaka Şingalê ve nîqaş, perwerde, civîn hatin pêşxistin. Wekî mînak li Geliyê Şîlo cara yekêmîn 150 jinên Ereb û Êzîdî gihan hev û ji bo tifaqiyê û hevgirtinê xurt bikin cîvîn lidarxistin nîqaşên giranbûha meşandin.

Di sala nû de em bang li hemû jinên Êzîdî dikin ku xwedî li destkeftiyên xwe ya heft sala derkevin. Nirx û destkeftiyên Şingal, bi berdelên giran bûha hate avakirin. Di pêşengtiya jinên Êzîdî û bi cangoriyên şervanên azadiyê, keç û xortên Êzîdxanê YBŞ, YJŞ, asayîşa Êzîdxanê û Rêveberiya xweser, herwiha sazî û dezgehên hatine avakirin. Lewma di vê sala nû de bi rihê berxwdanê, bi sekin û vîna azad divê hemû jinên Şingalê, xwedî li nirxên xwe derkevin û ji bo parastina van destkeftiyan şev û roj li ser piyan bin. Em di serî de sala nû ya 2021 li rêber Apo, hemû jinên Ezidî û jinên tekoşer û hemû dayîkên şehidan piroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku sala 2021 bibe sala azadiya Rêber Apo û misogerkirina xweseriya Şengalê."