TAJÊ ji bo çalakiyên 3'ê Tebaxê bang kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, di salvegera 3. a fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de li Kurdistan û derveyî welat çalakiyan lidar dixe û banga tevlîbûnê li hemû jinên cîhanê kir.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), ji ber salvegera 3. a fermana 3'ê Tebaxa 2014'an a li Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di 3'ê Tebaxa 2014' dan de raya giştî ya cîhanê bû dîtarê êrîşek hovane ku ji aliyê çeteyên DAIŞ' ê ve bi armanca tunekirina ola herî kevnar ya civaka êzîdî hate pêk anîn. Piştî ku  Pêşmergerên PDK (Partiya Demokrat ya Kurdistanê) di wê rojê de bê agahî xwe paş de kişandin û civak li dijî DAIŞ' ê bê parastin hiştin, civaka êzîdî bi sîstematîk hatin qetil kirin, hatin destavêtin û êşkence kirin, koçber û kole kirin, bi taybetî jin û keçên êzîdî û zarokên xort jî kirin leşker."

TAJÊ ragihand, ku li gorî hejmarên ne fermî ji roja fermanê heya niha li Şengalê zêdetirî 5 hezar Jin û Zarok hatin revandin û di bazarên koleyan hatin firotin û got, "Ne tenê li Bakurê Iraqê û Suriyê van jinan û keçan firotin di heman demê de li dewletên wek Siûdî Erebîstan bi berdewamî tên firotin û wek koleyên zayendî tên bikar anîn."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Li gorî Neteweyên Yekbûyî ev êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Êzîdiyan wek Jenosîd/Qirkirin e. Lê ji bo civaka êzîdî ev ferman wek fermana 74'emîn, ya dîroka wan de, tê pênase kirin. Bi vê qirkirina sedsala 21' emîn de bi dijwarî fêm kirin ku parastina hebûna wan, Ola wan û Azadiya wan tenê bi vîna xweser, xwe rêxistinbûyîn û xwe parastin gengaz dibe. Bi taybetî jinan di vê pêvajoyê de bi rêxistinbûna xwe ya xweser bersiva qirkirinê û qirkirina jinê didin. Ew êdî nema dixwazin mexdûr bimînin, qedera xwe wek kirde bi xwe digrin dest û wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî him li Şengalê û Ewropa xwe bi rêxistin dikin."

XETERIYA QIRKIRINÊ DEWAM DIKE 

TAJÊ destnîşan kir, ku xeteriya dewamiya qirkirinê hê jî didome û got, "Hîna jî bi hezaran jinên, keçên u xortên êzîdî di destê DAIŞ' ê de ne. Pê ve girêdayî jî qirkirina jinê jî bi berdewamî tê jiyîn. Konferansa navneteweyî ya jinên êzîdî di 11 û 12'ê Adara 2017' dan li Bîelefeldê bi bîr xist ku ji bo rizgarkirina jinên êzîdî yên di destên DAIŞ' ê de ne, divê têkoşînek asta navneteweyî bê meşandin. Ji lewra jî biryar hate stendin ku roja 3'ê Tebaxê bibe roja navneteweyî ya têkoşîna dijî qirkirina jinê.

Qirkirina jinê me hemûyan eleqedar dike. Ji ber qetilkirina sîstematîk ya jinê (ji ber zayenda wê) diyardeyek cîhanî îfade dike û hemû şêwazan wek şîdeta fîzîkî, rihî û aborî û dersînorkirina jinê esas digre. Şîdeta zayendperestî jiyana, tendurustiya û mafên bi mîlyarda jinan di tevahî jiyanê dike xeteriyek mezin. Lê wek her car jî qatîlan mîna DAIŞ û hevkarên wî bê ceza dimînin. Ji ber qirkirina jinê him di mafdariya navnetewî û navxweyî de mîna qirkirina civakê taybet naye dest girtin. Ruxmî ku di nav qirkirina civakê de gelek car şêwazên qirkirinên jinan, mînak li Şengalê, tên jiyîn."

'3'Ê TEBAXÊ WEKE ROJA ÇALAKIYA LI DIJÎ QIRKRINA JINÊ BIBÎNIN'

TAJÊ bang li hemû jinên cîhanê kir, ku 3'ê Tebaxê weke roja navneteweyî ya çalakiya li dijî qirkirina jinê bibînin û got, "Di vê rojê de bi çalakiyên cîhereng balê bikşînin ser rewşa jinên Şengalê yên qetilkirî, dîlgirtî û kolekirî. Tevgera Jina Kurd di vê rojê de him li Kurdistan û dervayê Welat amadekariya çalakiyên şermezarkirinê dikin da ku dengê xwe ji bo Azadiya Jinên êzîdî bilind bikin.  

Hûn jî xwe tevlî me bikin û ji bo plansaziya çalakiyên hevbeş xwe bigihînin me. Di bajar û welatên xwe çalakiyên xwe pêk bînin. Ji Çalakiyên xwe wêne û dîmenan rê bikin da ku em bi rêya ragihandinên civakî bi jinên êzîdî ra parve bikin û  ji nû ve bidin destnîşan kirin ku jinên cîhanê bi wan re ne."

Di dawiya daxuyaniyê de navê saziyên piştgiriyê didin vê daxuyaniyê hatin dayin:

PIŞTGIRVAN 

Ji Rojhilata Navîn

⦁    Jinên ji bo Azadî li Iraqê- Women for Peace in Irak 
⦁    Saziya Jinên Bagdad- Bagdad Women Association in Irak 
⦁    Kongra Star Rojava
⦁    Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) 
⦁    Tevgera Azadiya Jinên Kurdistan  (RJAK) 
⦁    Navenda Jinên Kurd ya Têkiliyên Navnetewî  (REPAK) - 
⦁    Saziya SARA ya dijî tundiya hemberî jinê li Rojava 
⦁    Meclîsa Jinê ya Partiya Yekitiya Demokratîk  (PYD) - Rojava
⦁    Platforma dijî tundiya hemberî jinê ya li Bakûrê Kurdistanê 
⦁    Tevgera Jinên Azad (TJA) 
⦁    Komelgeha Jinên Azad a Rojhilat (KJAR)

Yên welatên Ewropayê 

⦁    Saziya Mafên Jinan- Terre des Femmes 
⦁    Partiya Femînîstan-JIN
⦁    Tevgera Jinên Afrîkî ya Almanyayê Generation ADEFRA 
⦁    Sîwana Rêxistinên Biyanî DaMigra e.V.
⦁    Saziya Jinan Courage e.V. 
⦁    Saziya Kurdistanî ya Fransa- Association France Kurdistan 
⦁    Tevgera Jinên Tamîl- Association Femmes Tamouls 
⦁    Kollektîfa Femînîstan ji bo Kobanê- Collectif Feministe Kobane 
⦁    Mouvement des Amazigs 
⦁    Saziya Hiquqnasên Ermenî- Les Juristes Armeniens
⦁    Meclîsa Rêxistinên Ermeniyan ya Fransa- Conseils des Organisations Armeniens de France

⦁    Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî e.V.
⦁    Navenda Komalên Êzîdiyan NAV-YÊK e.V. 
⦁    Hevgirtina Ciwanên Êzîdî e.V. 
⦁    Meclîsa Şengalê ya Dervayê Welat (MŞD) e.V. 
⦁    HÊVÎ- Bûroya Perwerdehî û Entegrasyonê 
⦁    Nûnertiya Navnetewî ya Tevegra Jinên Kurd 
⦁    Yekitiya Jinên Kurdistanî ya Elmanyayê YJK-E e.V. 
⦁    Xwendevanên Jin ên Kurdistan (JXK) 
⦁    DestDan e.V. 
⦁    Tevgera Jinên Kurd ya Ewrûpayê (TJK-E)
⦁    Cenî-Bûroya Aşitiya Jinên Kurd 
⦁    Federasyona Demokratîk ya Elewiyan (FEDA)