TAJÊ: Azadiya Rêber Ocalan azadiya jinê ye

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî têkildarî rewşa tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî têkildarî rewşa tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir:

“Ji sala 1999'an vir ve bi awayekî derveyî hiqûqê û mirovî, Rêber Abdullah Ocalan li girava Imraliyê tê tecrîd kirin û êşkenceyên cihê li ser wî tê kirin. Taybet dema ku li Rojavayê Kurdistanê paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan di asta gerdûnê de xwe daye îspat kirin, hêzên navneteweyî êrîşên xwe yên hovane li dijî gelê Kurd bi tundtir daye meşandin. 

Li beramberî vê, ji ber ku di felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de azadiya jinê navenda têkoşînê ye, bi pêşengtiya jina Kurd vîna hêzên dagirker li Kobanê, Şengal, Reqa, Cizîr, Nisebîn û gelek bajarên qehremaniyê hate şikandin. Hêzên faşîst wek Tirkiye, DAIŞ û hevkarên wan yeqîn dikirin bi Fermana 73’emîn di kesayeta jinê de civaka Êzîdî bidin tune kirin. Lê vê carê jina Êzîdî xwe li derdora felsefeya jiyanê ya Rêber Abdullah Ocalan girt û bi perspektîfa jinê paradîgmaya konfederalîzma demokratîk, li ser hîmê xwebûn û xweparastina xwe derbasî meriyetê dike. Ji lewra jî wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî TAJÊ em demildest bang li tevahî mirovahiyê dikin, bi taybetî li sazî û rêxistinên jinan û civaka Êzîdî dikin tevlî meşa xwedîderketina rûmeta xwe ya 4’ê Mijdarê li Dusseldorf bibin. Wek Jinên Êzîdî me Azadiya xwe bi Rêber Abdullah Ocalan dît, em ê destûr nedin ku destdirêjî azadiya me bikin. Em ê têkoşîna xwe heyanî Azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin û faşîzmê têk bibin bilind bikin. Divê demildest şandeya CPT, malbat û parêzerên mîmarê azadiya jinê Rêber Abdullah Ocalan derbasî girava Imraliyê bibin û tendurustiya û jiyana Rêber Abdullah Ocalan pê mîsoger be! 

Me çawa wek Jinên Êzîdî ji bo parastina nirxên xwe yên jinê û mirovahiyê bedel dane, em ê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ku kîlîta jiyana azad û bi rûmet e, têkoşîna xwe di asta jorîn de bilind bikin û bedel bidin! Bi taybetî bi rihê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ku li Kobanê bi pêşengtiya jinê berxwedaniya destanî hate jiyîn û bi ser ket, bi heman rihî em ê li dijî faşîzmê bi ser bikevin û azadiya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin. 

Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya jinê ye!”