Sozê Qamişlo: 25’ê Mijdarê dîroka jinên leheng e

Hevseroka Ofîsa Parastinê Ya Herêma Cîzîrê Sozê Qamişlo, bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tûndiya Li Ser Jinê de got, “Têkoşîna YPJ’ê jî berdewama têkoşîna xwişkên Mîrabel e.”

Hevseroka Ofîsa Parastinê ya Herêma Cizîrê Sozê Qamişlo têkoşîna xwişkên Mîrabel ya li hemberî desthildariya demê nirxand û wiha got:”Jinan di pêşengtiya de Sê xwîşkên Mîrabel de di  25’ê Mijdara 1960’an de, li hemberî dîktaroriya Trujîllo ya li Komara Domînekê serî hildan û bûn xwedî pîvan. Îro hemû cîhan li ser vê mîrateyê berxwedan û têkoşîna xwe didomîne. Dema mirov behsa dîrokê dike,  jin ji dîrokê heta roja me ye îro bê rawestan di nava têkoşîn û berxwedaneke bê hempa de ye . Jinan her tim li hemberî dagirkeran, desthildaran û kesên ku dixwestin jinan tune hesap bikin  serî rakirine. Bêguman di gelek serdeman de  hem jinê xwe di derdora civakê de kom kiriye hem jî civakê xwe  li derdora jinê kom kiriye. Her çiqasî pergalê dixwest jinê ji civaka wê qut bike jî lê jin her demê di nava civakê de bûye hêza çareserkirina pirsgirêkan. 25’ê Mijdarê prensîba dîroka jina leheng e. 25’ê Mijdarê xwedî derketina berxwedana sedan salan e. Ji ber ku her sê xwîşk jî xwedî wê zanistan bûn ku, ya parastina civaka xwe û dîroka xwe dike di her demê de jin bûye. 25’ê Mijdarê ji sala 1960’î heta roja me ya îro di berxwedan û têkoşîna jinan de xwedî cihekî girînge. Di heman demê ev roj tê wateya, di şexsê jinê de roja têkoşîna  li dijî tûndiya li ser civakê jî. Êdî roja 25’ê Mijdarê ji bo tevahî jinan roja  berxwedanê ye. Xwedîderketina  roja 25’ê Mijdarê xwedîderketina civaka xwe ye.”

ŞOREŞÊ MEKANÎZMAYA PARASTINA JINÊ AFIRAND

Bi derfetên şerê gelê şoreşgerî re û bi pêşketina jinê re mekanizmaya parastina jinan  hate afirandin. Ji ber ku jin ji civaka xwezayî heta roja me ya îro bi rista parastina civakê rabûye. Îro jî em cardin şahidiya vê rastiyê dikin. Di nava şoreşê de jî ya ku herî zêde balê dikşîne li ser xweşikbûyîn, azadî û parastina jiyanê car din jin e. Dîroka 25’ê Mijdarê hem ji bo jinan weke dîrokeke tarî hem jî weke roja li hêmberî tarîtiyê serîhildanê îfade dike. Di vê rojê de hem jin hatiye kuştin û hem jî jin hatiye naskirin. Bêguman weke jin di nava refên YPJ’ê de ev rastiya dîrokî ji bo me çavkaniya îlhamê ye.

Şoreşa Rojava jî bi pêşengtiya jin feraseta baviksalarî ya hezar salan şikand. Îro şoreşa Rojava weke şoreşa jinê tê naskirin. Kar û xebatên herî zehmet yên ku kesek nikaribû xwedî lê derbikeve jin lê xwedî derdikeve. Weke ku Rêber Apo jî dibêje, ‘civaka ku mekanizmaya wê ya parastinê her demî geş be, wê şoreşa wê civakê jî bi ser bikeve.’ Em îro cardin dibînin ya ku herî zêde xwedî li  nirxên civakê derdikeve jin e. Ev şoreş îro bi saya têkoşîna azadiya jinê hatiye afirandin.

YPJ’Ê JÎ BI TÊKOŞÎNA XWE DESTAN NIVÎSANDIN

Bi şerê ku li ser herêmê pêktînin hewl didin cardin ew dîroka tarî li ser civakê û jinan  pêk bînin. Lê weke şervanên YPJ’ê me dît ku ya li hemberî ewqas êrîşan disekinin û tevlî nava refên azadiyê dibin  jinên Kurd,Ereb, Sûryan, Ermen û gelek welatên cuda ne. BÊguman ew ji bo me cihêkî şanaziyê ye ku îro YPJ’ê bandora xwe tevahî cîhanê kiriye. 25’ê Mijdarê weke destanekê ye, wê her demê îlhamê bide me. Me jî destanên bi vî rengî  jiyan kiriye. Têkoşîna Yadê Eqîde, Hevrîn Xelef, Avesta, Amara û Arîn  jî  berxwdanên heman rengî ne. Xwedîderketina dîroka 25’ê Mijdarê li Serêkaniyê,Kobanî  û Efrînê hate jiyan kirin. Ev rastiya ku me jiyan kir ev tiştekî ne ji rêzê ye û hemû mirovahiyê şahidiya wê yekê kir. Şerê mezin li hemberî berxwedaniya jinê tê dayîn. Di gelek aliyan de êrîş li ser jinan heye. Lê bi rastiya şerê gelê şoreşgerî re wê ev êrîş  bersiva xwe bibînin. Bi avakirina netewe demokratîk em ê desthildariya  baviksalar têk bibin. Weke şervanên YPJ’ê emê roja 25’ê Mijdarê ji xwe re bikin roja xwedî derkerina nirxên tevahî jinan û tevahî şehîdên şoreşê.

Em weke YPJ’ê roja 25’ê Mijdarê weke roja xwe dibînin. Emê  vê rojê her demî vegûherînin roja têkoşîn ,berxwedan û azadiyê. Banga min ji bo tevahî jinan û ciwanan ewe ku dem dema xwedî derketina şoreşê û azadiyê ye.”