Li Şengalê konferansa ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî re, ber bi şoreşa jinê ve’ dewam dike. Konferansê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser jinê hate xwendin û peyama bi dîmen a Endama Konseya Rêveber ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sozdar Avesta hat pêşandan.
‘JI ARTÊŞBÛNA JINÊ HETA KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK JIN PÊŞENG E’
Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Sozdar Avesta bi silavkirina beşdarên konferansê, ev peyam da:
“Îro em dibînin ku jinên ku li dijî her cure koçberî, qirkirin û talanê dilsozê axa xwe ne, li dijî talankirina xwezayê axa xwe diparêzin, welatê xwe naterikînin, welatparêziyê pêş dixin û di avakirina civakbûnê de israr dikin, pêşî li komkujiyan digirin. Careke din em dibînin ku fikrên azad û vîna azad bi vê têkoşînê derdikeve pêş. Îradeya ji agir a ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve di şexsê jinê de weke fikreke azad hate organîzekirin, weke fikreke mezin a xwerêxistinkirinê hate pêşwazîkirin. Yek ji rêbazên sereke yên rêxistinbûna jinê bi artêşbûnê dest pê kir û bi konfederalîzma demokratîk a Rojhilata Navîn didome. Niha cîhan ber bi pergala konfederal a jinan ve diçe.
TÊKOŞÎNA JINÊ YA YEKBÛYÎ TÊ MEŞANDIN
Têkoşîna jinê ya yekbûyî li hemû Kurdistan, Êzidxan û derveyî welat tê meşandin. Ev têkoşîn êdî têkoşîna hebûnê ye. Jin ji bo avakirina hebûna xwe tu astengiyan nas nakin û têkoşîna xwe berfireh dikin. Ev têkoşîn weke rêyeke exlaqî, siyasî, dadmendî û exlaqî tê meşandin. Ev hemû cewhera têkoşîna jinê nîşan dide.
ZÎHNIYETA DEWLETA MÊR TOLÊ JI RÊBER APO HILTÎNE
Yek ji mijarên girîng ên ku divê bê çareserkirin tecrîda giran a li ser Rêber Apo ye ku têkoşîna azadiya jinê daye pêş. Deshilat û zîhniyeta mêr-dewletê tolê jî Rêber Apo hiltîne. Çima îradeya jinê heye, çima jin xwe birêxistin dikin û pergalên xwe ava dikin? Sedemên ku Rêber Apo di bin tecrîdê de tê hiştin ev in. Têkoşîna azadiya jinê wê di sala 2023’an de li cîhanê bi taybetî jî li Kurdistanê bibe pêşeng.
JINÊN ÊZIDÎ 9 SAL IN DESTANAN DINIVÎSIN
Jinên Êzidî 9 sal in destanan dinivîsin. Berxwedaneke bê hempa kirin. Pêşengiya rêxistinkirina civakê kirin. Gelê Êzidî hemû xebat û çalakiyên xwe yên ku weke şoreş pênase kir, bi nirxê jiyana azad, wekhev û hevpar a jinê bi rêxistin kir. Rêber Apo dibêje, jinên Êzidî ji bo wî xwedî girîngiyeke pîroz in û divê bi jiyana azad re bên ba hev. Weke beşdarên vê konferansê divê hûn fikr û felsefeya jiyana azad bi şîara 'Jin, Jiyan, Azadî' bi rêxistin bikin. Di bihara 2023’an de bihara jinê û şoreşa jinê êdî di pêvajoyeke nû de pêş dikeve. Li Êzidxanê hûn ê di her qadê de bibin pêşeng. Li ser vê bingehê ez hemû beşdarên konferansê silav dikim.”
Konferans bi semîneran berdewam kir.