SMJÊ: Bila kes nebe xencerê îxanetê di destê DAIŞ û Erdogan de

Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) êrîşa çeteyên PDK-AKP'ê ya duh a li Xanesorê, ku di encamê de jineke Êzidî jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn, şermezar kir.

Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) êrîşa çeteyên PDK-AKP'ê ya duh a li Xanesorê, ku di encamê de jineke Êzidî jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn, şermezar kir.

Di daxuyaniya SMJÊ de bang li partî, saziyên mafên mirovan, oldarên Îslamî, civaka medenî ya Başûrê Kurdistanê hat kirin, ku van êrîşên li Xanesorê qebûl nekin û hat destnîşankirin, ku bêdengî tê wateya qebûlkirinê.

SMJÊ ji rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê jî xwest, ku dest ji van şaşitiyên xwe berde û nebe şûr û xencerê xiyanetê yê did estê DAIŞ'ê û Erdogan de.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev roj, roja yekîtiya gelê Kurd e, ku bi vî rengî bibe bersiv ji dagirkerên li xaka Kurdistanê. Biryara jinên Êzidî ev e: Ya jiyaneke azad û bi rûmet, ya jî mirinek bi serbilindî."