SMJÊ ji bo çalakiyên 3’ê Tebaxê banga tevlêbûnê kir

SMJÊ bi daxuyaniyek nivîskî hemû hêzên ku destên wan di fermana Êzidiyan de hene şermezar kir û ji bo çalakiyên 3’ê Tebaxê banga tevlêbûnê kir.

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) bi boneya salvegera 9’emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a Şengalê, bi daxuyaniyeke nivîskî hemû hêzên ku destê wan di fermanê de hene şermezar kirin û ji bo çalakiyên 3’yê Tebaxê banga tevlêbûnê kir.

Di daxuyaniya SMJÊ de wiha hate gotin:

“Em Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî, di salvegera 9'emîn a fermana 2014’an ku li Şengalê pêkhat de, hemû hêzên destên wan di vê fermanê de hene, bi tundî şermerzar dikin û em ê li doza xwe ya xwestina hesab, bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ her dewam bikin.

Bi boneya salvegerê em hemû qurbaniyên fermanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em tevahî têkoşer û berxwedêrên hatin hawara gelê me û di ber rizgarkirina Şengalê de xwe feda kir, bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin; em ê bi pêşengtiya jinan, di her warê jiyanê de, rêxistinbûna xwe berfereh bikin û daxwaz û armancên rewa yên civaka xwe, ji bo maf û azadiya xwe û xweseriya Şengalê bi serkeftinên mezin tacîdar bikin.

Em bi hêvî ne ku di serî de jin wê hemû kesên dîlgirtî rojekê rizgar bibin. Têkoşîna me ji bo rizgarkirina wan wê her bêyî sînor be.

PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ BI GELEK ÊRÎŞÊN DIJWAR BERDEWAM E

Neh sal bi ser fermana Şengalê re derbas bûn. Heta niha di serî de dewleta Elmanya û gelek welatên din ev ferman bi awayekê fermî di qada navnetewî de weke Jenosidê nas kiriye. Naskirin û qebûlkirina Fermana 74’an, divê ne tenê li ser kaxizan be. Ferman li Şengalê li ser civaka Êzidî berdewam e. Peymana 9’ê Cotmehê ku di navbera dewleta Tirk, Herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê de li ser Şengalê hate mohrkirin, bi gelek êrîşên dijwar berdewam e. Di van êrîşan de gelek pêşengên civaka Êzidî, siyasetmedar, rewşenbîr û gelek şervan û sivîl hatin qetilkirin û gelek mal hatin xerakirin. Bi balafirên dewleta Tirk ên bêmirov nexweşxane hate bombekirin û bi dehan êrîş birin ser Şengalê.

DIVÊ XWESERIYA ŞENGALÊ DI QADA NAVNETEWEYÎ DE BÊ NASKIRIN

Em rêxistina Jinên Êzidî ya li Ewropayê, daxwazên xwe ji bo raya giştî bi vî awayî rêz bi rêz dikin:

  1.  Qirkirina di fermanê de li ser Jina Êzidî çêbûye qirkirina li ser hemû jinan e. Bi hezaran jin dîl hatin girtin û hin ji wan hatin rizgarkirin. Lê birîna herî dijwar ew e ku aqûbeta bi hezaran jinan hê jî ne diyar e, êş û travma berdewam in. Ji bo rizgarkirina wan jinan divê bi hev re têkoşîn bê kirin.    
  2.  Divê xweseriya Şengalê di qada navneteweyî de bi awayekê fermî were naskirin.
  3. Ji bo Şengal ji nû ve ava bibe, divê alîkariya madî were dayîn. Ev alîkarî divê bi rêya rêveberiya xweser a Şengalê were dayîn da ku koçberên Şengalê bikarin vegerin Şengalê.
  4. Bi taybetî dewletên Jenosîd nas kiriye, hemû hêz û saziyên ku dibêjin em mafê mirovan nas dikin û diparêzin divê bi erka xwe rabibin.
  5. Ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ’ê divê dadgeha navneteweyî were damezrandin.” 

SMJÊ di daxuyaniya xwe de bernameya çalakiyên ji bo 3’ê Tebaxê jî ragihand:

- Li Celleyê amadekariya Galaya filmê bi navê "Nameyên ji Şengalê" ji bo 3’yê Tebaxê 2014’an bê lidarxistin.

Di saet 18:30’an de li ber derê sînemayê bi kombûnekê wê bîranîn were lidarxistin.

Destpêkirina temaşekirina belgefîlmê: Saet: 20:00   Cih: Kammer - Lichtspiele am Brandplatz Neue Str. 14, 29221 Celle

-Li Achim/Verden, mîtîng ji bo bibîranîna Fermanê Saet: 16:00 – 19:00 Cih: Rathaus Am Marktplatz 1, 28832 Achim - Li Berlîn, panêl li Cemata Dersimê  Saet: 16.00   Cih: Waterloo-Ufer 5-7 10961 Berlîn. 

- Li Bielefeld (Herford) Bibîranîn li gel biyaniyan, li dêra Lutherhaus - Evangelische Kirche Saet: 17.30  Cih: Oetinghauser Weg 6, 32051 Herford

-Li Bremenê, Saet: 19:00 Cih: Marktplatz. 

- Li Saarbrucken, pêşberê Europagalerie, mîtîng (Wê şanoyeke ku dîlgirtin û azadkirina Jinên Êzidî vedibêjê were pêşandan)  Saet: 18.00  Cih: Trierer Str. 1, 66111 Saarbrucken. 

- Li Heidekreis, Bibîranîn û konê agahdarkirinê. Saet: 14.00 – 17:00   Cih: Rathaus Vogteigstraße 2, 29690 Bad Fallingbostel. 

 - Li Mala Êzdîya Heidekreis, Bibîranîna Fermanê  Saet: 17:30 Cih: Oerbker Berg 6, 29683 Bad Fallingbostel.

- Li Emmerichê, Mala Gel  Saet: 17:30    Cih: Nierenberger Straße 150, 46446 Emmerich. 

- Li Wesel, Mala Êzidiyan Wesel.    Saet: 17.00    Cih: Ackerstr. 242   46487 Wesel.