SMJÊ 8'ê Adarê pîroz kir

"Bi felsefa Rêber Apo serketin û azadiya Jinê misoger dibe. Bi têkoşîna Jinan, ber bi jiyanek wekhev û aştiyane ve. Werin em bi hevre ji bo 8. Adarê derkevin qadan û bi şiyariya JIN-JIYAN- AZADÎ dengê xwe bilind bikin."

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanî daxuyaniyek da.

Di destpêka peyamê de hate bibîrxistin ku jinên azadîxwaz li qadan e û hate gotin, "Em jin bi reng, deng û tilîliyên xwe li her qadê bi dirûşma 'Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve' ala têkoşînê bilind dikin."

SMJÊ diyar kir ku ew bi coş û kelecaneke mezin 8'ê Adarê pêşwazî dikin û wiha dewam kir: "Em ê dakevin qadan û bi ruhê berxwedana Jinên Êzidî li Şengalê bersiv bidin xwediyên zihniyeta desthilatdar û em ê bikin ku ji ber hêrsa Jinan bifetisin. Em ê bi biryardariya xwe, bi vîna xwe û bi helwesta xwe, bikin ku pergala faşist û zihniyeta desthilatdaran, textên wan biheje û hilweşin.

Jinên hêja, serbilind û bi rûmet, mixabin ji aliyê din ve em wek Jinên Êzidî gelek xemgînin ku hîna jî hejmarek bilind, Jin, Zarok û mirovên me , di destê dijminê mirovahiyê de dîlgirtî ne. Ew hê jî li benda rizgarkirinê ne. Bi taybetî em 8. Adarê li Jinên dîlgirtî pîroz dikin û dibêjin, em bi ked û xebata xwe ji bo rizgarkirin û azadiya wan her têdikoşin. 

Em hemû jinên pêşeng, têkoşer û leheng, ên mîna Rosa Luxenburg, Sara di serî de, dîsa ji Binevşan, Haceran, Xanê Sîpan, heta Arîn,  Sêvê, Nûjiyan, Nagihan, Nazê, Axîn, Lava, Laleşan, Evînan û herî dawî Jîna Eminî, bi hezaran Şêrejinan di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine û em gîhandine van rojên ronahî. bi bîr tînin.

Bi saya wan îro em bûne yên xwe. Em dibêjin hezar silav li wan Xwedawendên hemdem be, ewin ên ku îro jiyana civakê li ser esasê exlaqê nûjen ava dikin. Jin wê kuç û kolanan bi xemlînin û bihejînin. Jin wê ji zihniyeta dagirker û kujer re bibêjin êdî bese. Ji desthilatdariya we ya zorbaz, kedxwar û talanker re. Êdî dora hesab pirsînê dora meye. Êdi em koletiyê qebûl nakin. Emê bi îrada xwe ya xweser biryara xwe bidin û jiyanek bi rûmet bi meşînin. 

Silav û hezar silav ji berxwedana Jinê re, çi li deştê, çi li çiyê û çi li zindanê. Jin wê bi berxwedana xwe, pergala desthilatdaran têk bibin û aşitî, aramî û azadiya civakê bidin avakirin. Emê bi ronahiya felsefa Rêber Apo, heta dawî mafê xwe bi parêzin û tekez bi serbikevin. 

Bi felsefa Rêber Apo serketin û azadiya Jinê misoger dibe. Bi têkoşîna Jinan, ber bi jiyanek wekhev û aştiyane ve. Werin em bi hevre ji bo 8. Adarê derkevin qadan û bi şiyariya JIN-JIYAN- AZADÎ dengê xwe bilind bikin."