'Sara, Rojbîn û Ronahî wê weke sembolên berxwedanê werin bibîranîn'

MARDEF'ê got, ''Sakîne Cansiz ku jiyan û berxwedana wê efsaneyek e, Leyla Şaylamez û Fîdan Dogan wê weke sembola berxwedanê werin bibîranîn.''

Federasyona Komeleyên Demokratîk ên Meraşê (MARDEF) ji bo salvegera 8'an a qetilkirina sê jinên Kurd ên Şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez daxuyaniyeke niviskî da. MARDEF'ê diyar kir, divê komkujiya ku bi hevkariya dewleta Tirk û Fransayê hatî kirin demildest were ronîkirin. Bi berdewamî hate gotin, ''Fîdan Dogan hevaleke me ya jin e ku ji hêla malbata me ve hatiye gihandin ku piştî qirkirina Meraşê ya li ser me hatî kirin bêgav mane ku ji van xakan derkevin.''

Bi berdewamî hate gotin Fîdan Dogan li dijî van zextên ku gel jiyaye bêdeng nemaye, weke her miroveke xwedî rûmet ji bo ku hesab ji qirkeran bipirse bêdudilî çi peywirên ku derketine pêş bi cih aniye û got,''Bi destê hêzên tarî yên dewleta Tirk û Fransayê di encama vê suîkasta tarî de li naverasta Parîsê li gel Fîdan Dogan, sê hevalên me yên hêja Sakîne Cansiz û Leyla Şaylamez bi xwînxwarî hatine qetilkirin.''

Her wiha hate gotin, Sakîne Cansiz ku jiyan û berxwedana wê efsane ye, Leyla Şaylmez û Fîdan Dogan ji bo kesên ku serê xwe natewîni wê weke sembola berxwedanê werin bibîranîn.

MARDEF'ê  ji dewleta Fransayê xwest ku berpirsên komkujiyê werin dîtin û darizandin û diyar kir ew ê têkoşîna sê jinên Kurd bidomînin.