Ronahî û Bêrîvan hatin bibîranîn

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê Bêrîvan (Nîlgun Yildirim) û Ronahî (Bedriye Taş) hatin bibîranîn. Di sala 1994’an de ji ber ku dewleta Elmanyayê Newroz qedexe kiribû, Bêrîvan û Ronahî xwe şewitandibûn û ev qedexe protesto kiribûn.

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê Bêrîvan (Nîlgun Yildirim) û Ronahî (Bedriye Taş) hatin bibîranîn. Di sala 1994’an de ji ber ku dewleta Elmanyayê  Newroz qedexe kiribû, Bêrîvan û Ronahî di 21’ê Adarê de xwe şewitandibûn û ev qedexe protesto kiribûn.

Li cihê ku Ronahî û Bêrîvan çalakî kiribûn, Kurd kom bûn û ew bi bîr anîn.

Derbarê çalakiya her du şoreşgeran axaftin hate kirin û sloganên ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin.

Di bibîranînê de pankarta ‘Azadî hêsan bûya wê Ronahî û Bêrîvan xwe neşewitandina’ hate vekirin.