Rojnamevanên Jin hatin ba hev: Divê em rêxistinbûn û piştevaniyê mezin bikin

Rojnamevanên Jin bo organîzasyona MKG’ê hatin ba hev û bal kişandin ser zexta li ser rojnamevanan û dîlgirtina wan.

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li Feneryoluya Stenbolê bi dirûşma "Weke jinên rojnamevan em ji bo taştê tên cem hev û em dixwazin we di nava xwe de ji bo hevgirtin û hevkariyê mezin bikin bibînin" bi komek jinên rojnamevan re bername lidar xist. Tevî endamên MKG'ê, ji hemû pêkhateyan rojnamevanên jin ên li Stenbolê dixebitin beşdarî bernameyê bûn.

Di bernameyê de pêvajoya komelebûna MKG’ê hat vegotin. Endama MKG'ê Kîbriye Evren, di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên zextan a li hemberî rojnamevanên jin û got: "Hewl didin ku rojnamevanan bêdeng bikin. Ev rewş li Kurdistanê bêtir zêde ye. Hevseroka Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoğlu ji ber xebatên rojnamevaniyê hat girtin. Divê her kes piştevaniyê bi rojnamevanan re bike. Rojnamevaniya jinê girîng e. Ji bo piştevaniyê divê bername bên organîzekirin. Danûstandina fikr û ramanan bê kirin.

Rojnamevan Pinar Gayip jî di bernameyê de axivî û bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û wiha got: "Li dijî binçavkirin û girtina rojnamevanan divê reflekseke bi hêz bê nîşandan."

Rojnamevan Aysel Işik, di bernameyê de wiha bal kişand ser girtina Dîcle Muftuoglu: "Dîcle ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hat girtin. Darizandina wê nîşaneya helwesta dadgehê ye. Li Kurdistanê bêtir rojnamevan bi zextan re rûbirû dimînin. Gelek rojnamevan hene lê piştevanî kêm in. Divê piştevaniyeke bi fîzîkî jî li pêş be. Her wiha divê em xwedî li doza Dîcleyê derkevin."

Rojnamevan Nezahat Dogan, daxuyand ku divê rêxistinbûna rojnamevanên jin bê pêşxistin û wiha bi lêv kir: "Her wiha ne piştevanî divê rêxistinbûn bê esas girtin. Bi rojnamevaniyeke rast em dikarin li kolanan dengê xwe bilind bikin. Bi hevkarî divê xwedî li doza Dîcleyê bê derketin."

Rojnamevan Evrîm Kepenek jî, destnîşan kir ku divê bi rêxistinî tevlî danişîna doza Dîcleyê bibin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em dikarin plansaziyek derxin. Divê demildest em tevbigerin. Em dikarin piştevaniya xwe mezin bikin."

Rojnamevan Marta Somek, daxuyand ku rojnamevanên jin li qadê bi şîdeta polîsan re rûbirû dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Derbarê rojnamevanên ku tên binçavkirin û girtin de raporên îlhalkirina mafên rojnamevanan amade dikin. Her 3 mehan carekî wan raporên xwe ji raya giştî re aşkera dikin. Em wan raporên xwe li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) aşkera dikin. Em tenê bi çend hevalên xwe li vir dicivîn. Em li vir zêdetir piştevaniyê nabînin û ji ber vê yekê divê em bêtir bên cem hev û pişteniya xwe ya bi hev re mezin bikin. Tenê çûyîna li Amedê û tevlîbûna ji dozan têr nake. Em dikarin tevlî xebatên komeleyê bibin û piştevaniyê mezin bikin."