Rojnamevanan 8'ê Adarê li jinan hemûyan pîroz kirin

Rojnamevanên jin ên li herêma Şehbayê 8’ê Adarê li jinên cîhanê pîroz kirin û gotin, “Jin ji bo têkbirina pergala serdest a mêr, têkoşînek bêhempa didin meşandin û her rojê dikin roja 8’ê Adarê.”

Nûçegihana Televizyona JIN TV Zîlan Hesen û Nûçegihana Ajansa NÛJINHA’yê Hesna Mihemed bi wesîleya 8 Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANF’ê re axivîn. Rojnamegerên jin 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kirin û soza şopandina xeta şehîdan nû kirin.

DIVÊ JIN HER DEM LI QADAN DAXWAZA AZADÎ Û MAFÊN XWE BIKIN

Nûçegihan Hesna Mihemed diyar kir ku, bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû jin vê rojê bi coşek mezin pîroz dikin û çalakî pêk tînin û wiha got, “Ne tenê 8’ê Adarê divê jin hemû roj ji bo azadî û mafên xwe li qadan dengê xwe bilind bikin. Ji ber li Rojhilata Navîn pergala mêr serdeste, li dijî wê Rêber Apo giranî da bîrdoziya rizgariya jinê û li ser vê esasê rêxistinbûna jinê berfireh kir. Bi saya felsefeya Rêbertî îro li Rojava bi hezaran jin rêxistinbûna xwe ava kirine û dengê xwe bilind dikin."

Mihemed anî ziman ku ew jî weke ragihandina jin hêj bêhtir di nav civakê de dixebitin û hewl didin êş û zehmetiyên ku jin dijîn bidin pêş û wiha berdewam kir, “Bi taybet jinên Efrînê ku bû 5 sal koçberî herêma Şehba bûne û têkoşîn û berxwedaniya xwe rojane bi awayeke hêztir didin meşandin û mohra xwe li dîrokê dixin. Em hewl didin têkoşîn û berxwedana jinan a di nava şert û mercên zehmet de bi dosya û nivîsên xwe bi cîhanê bidin bihîstin. Her wiha em hewl didin felsefeya Rêbertî bi jinan û civakê bidin naskirin ku bikaribin ji wan qalibên ku li wan hatine ferzkirin, rizgar bibin. Armanc pêşxistina zanistiya civakê ye û xurtkirina wekheviya di navbera gelan de ye. Weke xebatkarên ragihandina jinê em soz didin ku heya dawî em ê xeta şehîdan bişopînin û hêviyên wan ên ji bo azadiya jinê û wekheviya nav civakê pêkbînin.”

SÎNORÊN TARÎTÎ Û QIRKIRINÊ JI HOLÊ HATIN RAKIRIN

Nûçegihana JIN TV Zîlan Hesen jî 8'ê Adarê li hemû jinên Kurd, jinên ku li hember zihniyeta desthilatdar li ber xwe didin û jinên rojnameger pîroz kir û wiha axivî: “Em 8’ê Adara îsal li Rojavayê Kurdistanê ji ber siyaseta heyî ya li dijî herêmê û erdheja ku bû sedema bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bide, bi rengekî cuda pîroz dikin. 8’ê Adarê di heman demê de salvegera destpêkirina weşana JIN TV’yê ye. Wek xebatkar û nûçegihanên televîzyonê em xebatên xwe berdewam dikin. Bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 8’ê Adarê bû xwedî wate û sînorên tarîtî û qirkirinê ji holê hatin rakirin. Jinên Rojava li ser vê esasê xebatên xwe dimeşînin û hewl didin rol û misyonên xwe bilîzin. Jin ji bo têkbirina pergala serdest a mêr, têkoşînek bêhempa dide meşandin û her roj dikin roja 8’ê Adarê.