RJAK: Komkujiya 9’ê Çileyê maskeya dewletêm qala maf û azadiyê dikirin kete

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) sê jinên şoreşger ên Kurd bibîr anî û diyar kir ku bi domandina rêbaza şehîdan wê azadiya mirovahiyê misoger bibe got: “Bi komkujiya 9’ê Çile maskeya wan dewletên ku qala maf û azadiyê dikirin ket."

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK)  bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê ku sê jinên şoreşger û pêşeng a PKK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, şehîd bûn daxuyaniyek da.

RJAK’ê di daxuyaniya de Sakîne Cansiz li gel Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, her wiha 3 jinên şoreşger yên Xweseriya Demokratîk a Bakurê Kurdistanê Sêvê, Pakîze û Fatma û 9 kesên par li Herêma Kurdistanê di xwepêşandan de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî.

RJAK’ê ragihand ku Sazine Cansiz yek ji wan jinên şoreşger û wêrek bû ku li seranserî cîhanê, li ser asta Rojhilata Navîn û Kurdistanê yekem jine di pêngavên dijwar ên şoreş û têkoşînê de cih girtiye got: “Sakîne Cansiz yek ji damezinêrê PKK’ê, rêxistin û partiya jinan bû. Pêşengek bi hêz a sersala 20’an bû ku li dijî zihniyeta namûsperest û zayendgerî rawestiya. Di berxwedana girtîgehan di rêzên pêş de bû sembol. Weke siyasetmedar û dîplomatkar xebata neteweyî û enternasyonalîst a jinan pêşengî kir.”

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) diyar kir ku bi domandina rêbaza şehîdan wê azadiya mirovahiyê misoger bibe û ev got: “Bi komkujiya 9’ê Çile maskeya wan dewletên ku qala maf û azadiyê dikirin ket.”

RJAK’ê eşkere kir ku wê têkoşîna wan a li dijî şîdet, dagirkerî û komkujiyên li ser jinan berdewam bike û ev bang kir: “Em daxwazê ji hemû jinan dikin ku bên bi yekgirtina jinan li ser rêbaza şehîdên meha Çile li dijî şerxwaz, dagirker, gendelkar û jinkujan têkoşînê bikin. Em careke din soza xwe ya ji bo şehîdan dubare dikin ku heta serkeftinê şoreşa jinan meşaleya ku şehîdan pê xistine berdewam bikin.”