Rêxistinên Jinan: Fermana komkujiya Parîsê Erdogan da, bila were darizandin

Rêxistinên Jinan têkilî komkujiya Parîsê ya 9'ê Çile ya 2013'an daxuyanî dan û gotin, ''Em bang li hemû şoreşger, feminîst, hemû jinên çepgir, dijberê pergala zilam serwer dikin ku bi rengek xurtî tevlî meşa 9'ê Çile ya li Parîsê Gare du Nordê bibin.

Têkilî salvegera komkujiya Parîsê Tevgera Jinên Kurd ên Fransayê (TJK-F), Marche Mondiale des Femmes, Reseau Feministes Repture, SKB, Collectif National pour les Droits des Femmes (CNDF), Coordination Française pour le Lobby Européen des Femmes (CLEF) ile Las Rojas Feministes Anticapitaliste bi daxuyaniyeke hevpar gotin, ''Komkujiya van sê jinên mezin ên Kurd ên şoreşger weke parçeyek ji qirkirin, înkar û polîtîkaya dagirkirinê ya dewleta Tirk a mêtinger û rejîma faşîst û dîktator a rejîma Erdogan a dijî Kurdan pêk hatiye.''

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Sê hevrêyên me yên jin ên şoreşger ên Kurdistanî ku li paytexta Fransayê Parîsê 9'ê Çile ya 2013'an ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve bi alçaxî hatine qetilkirin. Em Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku di êrîşa der mirovî de hatin qetilkirin, di salvegera 8'an a qetilkirina wan de bi hurmet, minet bi bîr tînin, vê êrîşa bi alçaxî careke dî bi hemû hêrs û kîna xwe şermezar dikin.''

Bi berdewamî hate gotin, ''Qetilkirina van sê jinên mezin ên Kurd ên şoreşger, weke parçeyek ji polîtîkaya qirkirin, înkar û dagirkeriyê ya dewleta Tirk a mêtinger û rejîma Erdogan a faşîst, dîktator a dijî Kurdan pêk hatiye. Gelê Kurd û dostê wan berpirsên ve komkujiya li paytexta Fransayê Parîsê pêk hatî derxistine holê. Lê dada Fransayê ji bo hesab ji berpirsê vê komkujiyê bipirse berpirsyariya xwe bi cih neanîye. Mekanîzmaya dadê ya dewleta Fransayê hê jî ji li bara Kurdan û mirovahiyê ronî nebûye.

Li dijî patrîkaryayê, faşîzmê û hemû rengên tundiya jinê li hemû qadên jiyanê geşkirina têkoşîna hevpar ji her demê girîngtir e. 

Heta ku Parîs neyê ronîrkin û ji berpirsan hesab neyê pirsîn komkujî mixanbin wê domdar bin.

Di salvegera 8'an a komkujiyê de em dibêjin; me şehîdên Parîsê ji bîr nekirin, em ê hêzên komkuj ti caran efû nekin.

Bi vê çarçoweyê em saziyên jinan bang li hemû jinên şoreşger, feminîst, çepgir, dijî pergala zilam serwer dikin ku bi rengekî xurt tevlî meşa me ya 9'ê Çile ya li Parîs Gare du Nordê bibin!''