REPAK: Tifaq û têkoşîna jinan wê jiyanê azad bike

"Ji bo binxistina pergala mêrsalarî pêwîste em têkoşîna xwe di asta neteweyî, xwecihî û gerdûnî de bilind bikin. Eger em jiyana xwe li her derê bi berxwedanê nedin hûnandin em ê nikaribin azad bibin."

Rêxirawî Peywêndikanî Afretanî Kurd (REPAK) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de cangoriyên têkoşîna azadiya jinê bi rêzdarî hatin bîranîn û 8'ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê hate pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkoşîna azadiya jinê ji Ewropayê heta Rojhilata Navîn, ji Rojhialta Navîn heta Asyayê, ji Latîn Emerîkayê heta Efrîkayê li her deverê roj bi roj berfireh û mezin dibe.

Di daxuyaniya REPAK'ê de hat gotin, "Em jin vê 8'ê Adarê bi ruhê azadiyê pêşwazî dikin. Bi îdîaya ku wê ev serdem bibe serdema azadiya jinê, em ê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin. Têkoşîna ku em bi vîn û hêza xwe ya rêxistinî dimeşînin, bûye hêviya mirovahiyê."

REPAK'ê diyar kir ku pergala mêrsala li her devera cîhanê jinê dike meta, tundiyê li jinan dike, çanda destavêtinê ava dike, ked û hebûna jinê bêqîmet dike û got, "Li hemberî vê yekê jî divê em têkoşîna jinê bilindtir bikin. Bi vê em ê mafên jinan hemûyan di nava jiyan û civakê de bigihînin asta herî bilind."

REPAK'ê destnîşan kir ku têkoşîna jinê ne tenê têkoşîna azadkirina jinê ye, di heman demê de têkoşîna azadkirina civakê ye û wiha dewam kir:

"Pêkanînên rejîmên faşîst û qirker rê didin ku her cûre êrîş li dijî jinê bê kirin. Heman rastî li Başûrê Kurdistanê jî heye. Yek ji sedemên ku me nekarî di mijara azadiya jinê de qels bike ew e ku me tifaqa jinên Kurd bi rêk û pêk hûnandine."

Di daxuyaniyê de bandora êrîşên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê li ser jinan, tundî û destdirêjiya li jinan, zewicandina bi temenê zarokatiyê de hate bibîrxistin û hate gotin, "Ji bo binxistina pergala mêrsalarî pêwîste em têkoşîna xwe di asta neteweyî, xwecihî û gerdûnî de bilind bikin. Eger em jiyana xwe li her derê bi berxwedanê nedin hûnandin em ê nikaribin azad bibin."

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya jinê bang hate kirin û hate gotin, "Bi formulasyona efsûnî ya 'Jin, Jiyan, Azadî' werin em bi hev re cîhanê xweş bikin, azad bikin û dadweriyê mayinde bikin. Bi van hestan em careke din bi coşa mezin a 8'ê Adara 2023'an bang dikin ku eniya tifaqa berxwedan û têkoşîna jinan mezin bikin."