QSD: Avesta Xabûr bûye sembola berxwedana me

Fermandariya QSD’ê ragihand ku Avesta Xabûr a  ku di 27’ê Çileyê de li EfrÎnê li dijî  hêzên dagirker çalakiya fedayî lidar xist, bûye sembola berxwedana wan.

Fermandariya QSD’ê têkildarî çalakiay fedayî ya Avesta Xabûr daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got; “Em ê şopdarên rêya Avesta Xabûr bin û em ê bi ser bikevin.”

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî çalakiya fedayî ya şervanên Yekîneyên Parastina Jin Avesta Xabûr li dijî hêzên dagirker lidar xistî, wiha ye;

“Derket holê ku artêşa Tirk bi hevkariya El-Qayîde (Cebhet El-Nusra) re êrîşî gelê me yê Efrînê dike. Hêzên me li hember van êrîşan mil bi mil şer dikin û parastina herêmê dikin.Şervana me Avesta Xabûr li dijî tankên Artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke fedayî pêk anî. Bi çalakiyê Avesta nîşan da ku em ji tankên dijmin atirsînin.

Şervana YPJ′ê Avesta Xabûr ji bajarê Efrînê ye, Endama YAT′ê bû, xebata lêgerîna cûhreyên veşartî daye meşandin û gelek hucre li gelek herêmên Bakurê Sûriyê girtine. Avesta tevî tabûra xwe di hemleyên rizgarkirina Reqayê û Dêra Zorê de cih girtiye.

Bi destpêka êrîşên artêşa Tirk û El-Nusra yên li ser Efrînê re, Avesta beşdarî Berxwedana Serdemê bû û di eniya gundê Hemamê yê herêma Cindirêsê de cih girt.

Di 27′ê Çile de Artêşa Tirk û çeteyên El-Nusra êrîşeke dijwar birin ser eniya gundê Hemamê û li herêmê şerekî giran rû da. Şehîd Avesta di vî şerî de bi lehengî şer kir, li dijî dagirker û terorîstan çalakiyeke fedayî pêk anî. Ruhê wê yê fedayî wê bibe nasnameya gelan a berxwedana li dijî dagirkeriyê.

Wek Fermandariya Giştî ya QSD′ê em gelê xwe û raya giştî re dibêjin, ruhê fedayî yê şehîd Avesta wê bibe nasnameya me ya berxwedanê û şerê li dijî Artêşa Tirk û çeteyên El-Nusra. Em ê şopdarên riya Avesta bin û serkeftinê bi dest bixin.″