QSD: Şervanê me di encama êrîşeke nemerdane de şehîd bû
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku şervanê wan Şivan (Samir Ugla Îbrahîm) li eniya Tirwazi di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku şervanê wan Şivan (Samir Ugla Îbrahîm) li eniya Tirwazi di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê şehadeta şervanekî de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji şervanên me Şivan (Samir Ugla Îbrahîm) piştî salên dûdirêj ên berxwedan û têkoşînê ya di nava hêzên me de, dema wezîfeya xwe ya leşkerî pêk dianî, li eniya Tirwaziyê di êrişeke nemerdane û newêrek a balafireke bêmirov a dewleta dagirker de şehîd bû.
Hevrêyê me Şivan ji malbateke welatparêz e ku di têkoşîna hêzên me de berdêlên mezin dane. Tiştê ku bawerî û îradeya hevrêyê me Şivan kir, rakirina tola birayê xwe yê ku di berxwedana parastina Bendava Tişrînê de şehîd bûbû. Hevrêyê me piştrast bû ku heya şervanên dilsoz ên ku bi şev û bi roj tê dikoşin hene û berdîlên giran didin wê berxwedana wan bi serkeftinê tacîdar bibe. ber ku piştrast bû ku dê ev berxwedan wê bi serketinê tacîdar bibe. Hevrê Şivan bi ezmûna ku ji perwerdehiyê bi dest xistiye; karaktera wî wekî şervanekî leheng ku tirsê nas nedikir derket holê. Di berxwedanê de bi lehengî şer kir. Bi rêgez û xwîna hevrêyên xwe yên şehîd dilsoz ma bû. Mînaka şervanekî bi dîsîplîn bû ku pabendî talîmatan bû û li gorî taktîkên şer ên nûjen şer dikir.
Bila serê malbata şehîd Şivan û tevahî malbatên şehîdan sax be. Em teqez dikin ku bi şehadeta her hevalekî me ve israra me ya domandina berxwedan û têkoşîna şorşgerî zêdetir dibe. Em ala şehîdan li ba bikin bila berxwedana wan bi serkeftineke mezin tacîdar bibe. Em ê xeyal û armancên ku ji wê canê xwe feda kirin, pêk bînin."
Nasnav: Şivan
Nav û paşnav: Samir Îbrahîm
Navê dayikê: Huda
Navê bav: Ugla
Cihê jidayikbûnê: Erîşe
Cih û dîroka şehadetê: Tirwaziye, 19 Nîsan 2025.