Qedexeya kurtajê li Dêrên Katolîk hate şermezarkirin

Li Polonyayê, çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo qedexekirina mafê kurtajê, dewam dikin.

Li Polonyayê ku gav bi gav otorîter dibe, jin bi hêrs in. Li vî welatî ku hema bêje kurtaj bi temamî hatiye qedexekirin, bi rojane çalakiyên şermezarkirinê pêk tên.

Roja Yekşemê bi hezaran jin li bajarên Gdansk, Krakow, Lodz, Rzeszowê, her wiha li 12 bajarên bêhtir muxafazakar daketin qadan.

Di roja çaremîn a serhildana dijî qedexeya kurtajê de Dêrên Katolîk ên li Polonyayê bûn hedef.

Çalakgerên protestoyî li bajarê Pozanê yê li rojavayê welêt ketin hundirê dêrekê û dirûşmên "Êdî bes e", "Barbar" qîriyan. Li vî welatê katolîk li gelek bajaran heman dîmen hebû.

Biryara li ser kurtajê, li ser daxwaza Partiya Hiqûq û Edaletê (PîS) hate wergirtin ku partiyeke ûltra-katolîk neteweperest e û li ser desthilatdariyê ye.

Qedexeya kurtajê ji aliyê gelek komên mafên mirovan ên li Ewropayê jî hate şermezarkirin.