Qala lehengên pêşeng ên Heftanînê kir

Denîz Ararat ku dema êrişa dagirkeriyê dest pê kir li Heftanînê bû, lê piştî ku birîndar bû ji herêmê hate derxistin, qala lehengên Heftanînê kir.

Gerîla Denîz Ararat ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tevlî Pêngava Cenga Heftanînê bû, lê belê piştî ku birîndar bû ji herêmê hate derxistin, destnîşan kir ku gerîlayên li Heftanînê berxwedaneke mezin nîşan dane. Ararat destnîşan kir ku berxwedana sala derbasbûyî ya li Heftanînê bû bingeh ji serketina îsal re.

Êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk li Geliyê Pîsaxa ya herêma Partîzanê dest pê kir. Ararat diyar kir ku artêşa Tirk piştî ku li ser çend giran bi cih bû, di demeke kurt de li Girê Partîzanê bersiva pêwîst hate dayin; vê bersivê li girên Konferansê, Sîser, Şehîd Merwan, Şehîd Şêxmûs dewam kiriye. Ararat anî ziman ku hêzên Tirk demekê neçar man ku xwe ji ser girê Şehîd Merwan vekişîne û diyar kir, ku berxwedana destpêkê bû wesîle ku berxwedana niha bi bandor be.

Ararat ragihand ku bi taybetî li xeta Xantûr-Şeşdarayê derba giran li artêşa Tirk hate xistin, artêşa Tirk ne li benda berxwedaneke wiha bû. Ararat diyar kir ku wî lehengên pêşeng ên li qadê gelek ji wan nas dikir û destnîşan kir ku wan lehengan bi taybetî li qadên Dûpişk, Şeşdara û Xantûrê xwe kirin sîper.

Ararat anî ziman ku Pêngava Cenga Heftanînê wê hîn bi berfirehî dewam bike û diyar kir ku ew xwe deyndarê fedayiyên vê pêngavê dibîne, dixwaze careke din beşdarî vê berxwedanê bibe.

Ararat destnîşan kir ku ew dixwaze bi taybetî Zelal Çîgdem, Zelal Amed, Nûcan, Agît Zaxo, Biharîn, Zagros û Amara bi bîr bîne. Denîz Ararat qala çend ji wan lehengan kir:

ZELAL

Hevala Zelal dema dawî şehîd bû. Van hevalan operasyon pêşwazî kirin. Bi taybetî hevala Zelal ku fermana Yekîneya Xweser bû, di şerê Zagrosê de şareza bûbû, bi sekna xwe, bi axaftina xwe ev yek nîşan dida. Dema ku dijmin gihîşt Pîsaxa hevala Zelal wiha digot: Ev der bihuşta Kurdistanê ye, çawa dibe ku dijmin dikare bê vir, divê em asteng bikin. Çavên wê tijî dibû. Dema ku hin kes digirî mirov di çavên wan de dibînin ku ji bêçaretiyê digirî. Lê belê di çavên wê de bi temamî tolhildan hebû. Hevalên li Zagrosan mane hemû bedewiya Zagrosan zanin. Lê belê bedewiya Heftanînê hîn bêhtir bandor li hevala Zelal kiribû. Bi taybetî dema ku dijmin gihîşt Pîsaxa heval li şûna xwe nedisekinî, digot ku divê dijmin ne li wir be, divê kum û siya dijmin jî li wir xuya neke. Li mala birîndaran dema ku me operasyon dişopand, dema ku gotin operasyon li herêma Şeşdarayê berfireh bûye, hevalan digotin 'Hevala Zelal dîsa ketiye serê govendê'. Bi rastî jî li wê xetê berxwedaneke bêhempa hate nîşandan. Heval li wir şehîd jî bûn, lê belê dijmin tevî teknîka xwe şoq bû. Bi pêşengiya wan hevalan berxwedan pêk hat. Salekê di operasyonê de cih girtin. Di her pêngava Heftanînê de mohra wê hebû.

NÛCAN

Hevala Nûcan jî hebû. Dibe ku ew bû wesîle ku tevlî nava refên rêxistinê bibim. Li Îzmîrê dema diçûm dibistanê di nava karên ciwanan de min ew nas kir. Piştre li Rojava min ew dît, lê belê herî zêde min ew li Heftanînê nas kir. Dibe ku niha bi sedan ciwan bi bandora hevala Nûcan tevlî bûn. Her mirov car dikevin zoriyê, dersgirtina ji wan zoriyan pir girîng e. Hevalên di qada şer de man israr kirin, hevrêyên di berxwedana Şeşdarê de şer kirin şehîd ketin. Mirov ji bo van hevrêyan çiqasî bêje kêm dimîne. Li vê herêmê min hevrêya Nûcan nas kir. Ev hevrê ji êrîşên dijmin re bûn bersiv. Van hevrêyan bi dijmin dan nîşandan ku wê rehet nikaribin bikevin van herêman.

AGÎT ZAXO

Nimûne hevrê Egîd Zaxo hevrêyekî tim divê bê vegotin. Hevrêyekî ciwan bû. Li hemberî teknîka dijmin bi çeka ferdî sekinî, li ber kobrayan şer kir û di wî temenê xwe de gav bi şûn ve neavêt. Bi çeka xwe ya ferdî şerê kobrayê dikir. Piştî ku cihê wan diyar bû di êrîşa esmanî de şehîd dikevin.

Piştî ku hevrêyê wî yê fermandar li kêleka wî şehîd dibe di rojnivîsa xwe de vê dinivisîne: ‘'Ger ku ez şehîd bikevim bi rextên hevrê Arnûs min veşêrin. ’'Berî ku şehîd bibe rextê hevrêyê xwe girtibû. Dema mirov li vê dinêre mirov dikeve rewşeke teng de, bê ka wê çawa vî deynî bide. Ew jî enceq bi xurtkirina çalakiyê dibe. Jixwe bi rextê hevrêyê xwe ve şehîd dibe. Ev tiştên pir girîng in. Girêdanbûna bi şehîdan re nîşan dide. Di temenê xwe yê ciwan de zû fêr bû û di bi karanîna çekan de jî zû pêş ket. Dilsoziya wî ya bi hevrê û axê re pir li pêş bû. Hêviyên wî yên pir mezin hebûn.

Dewleta Tirk û rêveberiya başûr rastiya rêxistinê, rastiya dijmin çiye bi ciwanan daye jibîrkirin. Rêveberiya başûr ji bo ciwanan Tirkiyê weke dost nîşan dide. Rastiyeke wilo daye pêş ku wisa dide nîşandan bê ka Tirkiye tenê dijminê PKK’ê ye. Di nava ciwanên başûr de çanda ku tenê PKK rêxistinekî bakur temsîl dike û li dijî dijmin şer dike, daye rûniştandin. Pêşengên mîna hevrê Egîd Zaxo derdikevin vê hemûyê pûç dikn. Hevrê Egîd ev rastî zû fêmkir û kete ferqa vê yekê. Heta dawî li ber sekinî. Ew û apê xwe û 8 ciwan bûn tevlî bûbûn.

ZAGROS

Yek ji hevrêyê din ê li wê herêmê şehîd ket hevrê Zagros bû. Hevrê Zagrost ji Rojhilatê Kurdistanê bû, demek dirêj bû li nava rêxistinê bû, nêzî 15-16 sal bû di nava tevgerê de bû. Di çalakiya Girê Partîzan de bi pêşengtiya yek ji hevrêyên Zagros, 20 leşker hatin kuştin. Hevrêyan dijmin ji gir derxistin, dema di vegerê de hatin cihê xwe, lê di êrîşa esmanî de şehîd ket. Amadekariyê wî hevalî ji bo operasyona dijmin tim hebû, digot; ‘Dema dijmin bê divê em bersivek welê bidinê ku nekaribin bimînin vir.

AMARA

Her wiha hevrê Amara jî hebû. Hevrêyeke ji Serhedê bû, demeke nû û ji deverek nû hatibû Heftanînê. Ew jî bûbû heyranê xwezaya Heftanînê. Digot, ''Divê mirov nehêle siha dijmin jî bikeve van deran. Divê sîxûr nikaribin li van deran bigerin. Ev axekî pîroz e.’' Li herêma Girê Partîzan dîsa devera Pisaxa ma. Ew jî di çalakiya li ser Girê Partîzan de şehîd ket.

BIHARÎN Û DÎREN

Dîsa hevrê Biharîn, Dîren di vê operasyonê de ev heval hemû ciwan bûn, tevî wê teknîk û keşfê yek deq li cihê xwe nedisekinîn, tiştên pêwîst ji bo hevalan dibirin, dijmin dişopandin, alîkarî dibirin; ji devera Konferansê heta Qesrokê ev heval nedisekinîn. Keda van hevrêyan pir mezin bû. Taybet hevrê Biharîn yek ji pêşenga Cenga Heftanîn bû. Hevrê Biharîn jî hevrêyeke pir ciwan bû.vDema te li pratîka wê dinêrî te digot qey bi salan e di nava pratîkê de ye, ewqasî girêdayî rêxstin û şehîdan bû. Pir girêdayî Heftanînê bû, digot, '‘Heta dawî ez ê li Heftanîn bim’'. Ewqasî girêdayî axa wê bibû.

ALÎ FIRAT

Ti demê rastiya şehîdên Cenga Heftanînê nayên jibîrkirin. Yek ji wan şehîdan jî Elî Frat bû. Hevrêyeke nû hatibû deverê. Digot,'‘Divê ez bi balafirên keşfê şehîd nebim. Bi çûna ser dijmin bêjim; faşîstno çi karê we li Kurdistanê heye.’' Rastî ew xeyalê xwe jî anî cih. Dema mirov girêdayî xeyalên xwe be, ev di nava PKK’ê de bi dehan carî hatiye îsbatkirin ku pêk tê. Ew heval jî bi xeyalên xwe ve girêdayî bû û pêk hatin. Di çalakiya yekem de cih girt, a li ser Girê Partîzan ku 20 leşker hatin kuştin . Jixwe 3 hevrê bûn. Tîmek ji sê hevrêyan bûn. Hevrê Elî, Dinya û hevrêyekî din bû. Hevrê Elî tim digot, '‘Divê em zû bi zû şehîd nekevin. Em hevrê û rêxistinê vala dernexin.'’ Piştî vê çalakiyê di çend çalakiyên din ên li Girê Partîzan de cih girt. Herî dawî dema diçin çalakiya sekvaniyê, di vegerê de bi êrîşekî esmanî şehîd dibin. Ew jî hevrêyeke fermandar bû, eger şehîd nebûba, wê di Cenga Heftanînê de rolên hê mezintir bilîsta. Bi cesaret, fedekar û ruhsivik bû. Di warê malbatî de jî malbatekî pir welatparêz bûn. Berê di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de jî birîndar bûbû. Tevî vê jî hevrê hate di cengê de cih girt û bi lehengî şehîd ket.

BERFÎN Û BÊRÎTAN

Di operasyona Girê Konferansê de Hevrê Berfîn hebû. Deme dirêj li Girên Partîzan û Konferansê mabû. Her wiha hevrê Bêrîtan hebû. Ev hevrêyan e çûn ketin nava girt, ketin nava dijmin. Di gir de li dijî dijmin şer kirin çeperên dijmin hilweşandin û wisa şehîd bûn. Ev pêşengîtiyê dide diyarkirin. Ev rola jinê ya li Heftanîn nîşan dide. Di wê çaxê de hejmara hevêryên xort pir kêm bûn, wan hevalan ew bar dan ser milê xwe.

RÛBAR

Dixwazim li vir qala hevrê Rûbar jî bikim, hem jî dotmama wî Amara li Girê Partîzan şehîd ket, her çendî erkekî din dikir, lê li ser israta tevlîbûna çalakiya Girê Koonferansê de bigire. Dawî di çalakiya Girê Konferansê de cih girt û di wê çalakiyê de jî bi lehengî kete çeperên dijmin û li wir şehîd bû. Ev hevrê bûn pêşengên CengaHeftanî nê destpêkê bûn. Niha jî pêşengên vê zêde dibin.