Polîsên Tirk êrîşê jinan kirin: Herî kêm 5 jin hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk êrîşê jinên KCDP û Meclîsên Jinan kirin ku li Enqereyê dirûşmeya “Hikûmet îstifa bike” berz kirin. Polîsan gelek jin bi êşkenceyê destgîr kirin.

Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) û Meclîsên Jinan li Kolana Sakarya ya Enqereyê hatin ba hev û pankarta “Em ê di erdhejê de mirin û kuştina jinan rawestînin” vekirin. Jinên ku daxuyaniya çapemeniyê dan, dema  dirûşmeyên, “Di erdhejê de mirin ne qeder e” û “Hikûmet îstifa bike” berz kirin, polîsan êrîşê jinan kirin û herî kêm 5 jin hatin destgîrkirin.

Endama platformê Suheyla Ogûz diyar kir ku desthilatdariya siyasî li gel ku avahiyên vala hebûn, yûrdên xwendekaran vala kirin û perwerdehiyê ji pêş çavên xwe derxistin û got: “Dema ku alîgiran avahiyên rizî çêdikirin, desthilatdariya siyasî jî pergaleke perwerdehiyê ya rizî ava kirin. Em ê kesên ku me ji perwerdeyê bêpar dihêlin, têk bibin. Dema ku gel bi rojan di bin kavilan de li benda alîkariyê bûn, welatiyên me yên di bin kavilan de nehatin rizgarkirin. Kesên ku bi derfetên xwe rizgar bûn jî, kon nehat dayîn.”

DIRÛŞMEYÊN ÎSTIFAYÊ NE LÊHATIN E

Endama Platformê Tûana Gencer jî destnîşan kir ku dirûşmeyên ku li satdayuman tên berz kirin ne lêhatin e. Gencer got: “Ew dirûşme dengê kesên ku di erdhejê de hewl didan bi bêr xizmên xwe derxin e. Ji 6’ê Sibatê ve hişê me li herêma erdhejê ye. Li wir gel di bin kavilan de li benda mirinê bûn. Dema ku gel di bin kavilan de alîkarî dixwestin, jiyana xwe ji dest dan.”

Piştî ku daxuyanî bi dawî bû, girse dirûşmeyên “Hikûmet îstifa bike” berz kirin. Polîsan êrîşê jinan kir. Dema ku polîsan bi êşkenceyê jinan destgîr kirin, hewl dan nûçegîhanên ku bûyerê dişopandin, asteng bikin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, 5 jin hatine destgîrkirin.