Polîsan sîxûrî li Hevseroka HEDEP’ê ya Sûrê ferz kir
Polîsên Tirk sîxûrî li Hevseroka HEDEP’ê ya Sûrê Melîha Comert ferz kir. Ev yek bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin.
Polîsên Tirk sîxûrî li Hevseroka HEDEP’ê ya Sûrê Melîha Comert ferz kir. Ev yek bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin.
Hat zanîn ku polîsan Hevseroka Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) ya Navçeya Sûra Amedê Melîha Comert di 26’ê cotmehê de şopandiye û sîxurtî lê ferz kirin e. Rêxistina HEDEP'ê têkildarî mijarê li avahiya rêxistina Sûrê daxuyanî da çapemeniyê. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HEDEP'ê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn metna daxuyaniyê xwend û di daxuyaniyê de dirûşmên "Bijî berxedana jinan" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.
Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn ku ewil axivî û diyar kir ku dê derbarê mijarê de gilî bikin.
Hevserok Pinar Sakik Tekîn daxuyanî da û anî ziman ku rejîma otokratîk mekanîzmaya zextê li ser jinan ferz dike û got: “Em ên ku siyaseta demokratîk dimeşînin, her tim bûne hedefa hikûmetan. Me ev berdêl carnan bi canê xwe, carnan bi azadiya xwe da. Hikûmetên faşîst carna bi rêya dadgehan, carna bi rêya hêzên hiqûqê û carna jî bi rêya hêzên paramîlîter hewl didin vê zextê bikin. Bi zextan hewl dan ciwanan, xebatkarên me yên siyasî û jinan ji siyaseta demokratîk dûr bixin."
Tekîn diyar kir ku beriya 3 rojan Hevseroka HEDEP’ê ya Sûrê Melîha Comert hatiye şopandin û bi awayekî derhiqûqî hewl hatiye dayîn ku lêpirsîna wê bê kirin û got: “Ev nêzîkatî di rastiya xwe de zindîbûna zihniyeta mêraniyê ya di koka pergalê de veşartî ye ye. Em jin û pêşengên siyaseta demokratîk ku li hemberî zîhniyeta faşîst a we ya mêtînger ji bo bedelê dudilî nemînin, ji niha û pê ve jî em ê vê berdêlê bidin."
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana jinan” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.