'PKK ji bo jinan serdeme nû ye’

Endama Komîteya PAJK’ê Medya Cûdî ji Stêrk TV re axivî. Cûdî got, ‘’PKK ji bo jinan serdemeke nû ye.’’

Endama Komîteya PAJK’ê Medya Cûdî mêvana bernameya Rojeva Jin a di Stêrk TV de bû. Medya Cûdî bi mebesta 40. Salvegera PKK’ê bal kişande lser pêşketina tevgera jinê û bi giştî li ser birêxistinbûna jinê ya di nav PKK’ê de, li ser artêşbûna jinê sekinî û di vê de rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kir.

Medya Cudî di destpêka axaftina xwe de 40’emîn salvegera PKK’ê li Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên şoreşê  û li gelê Kurd pîroz kir. Medya Cudî di bernameyê de  wiha axivî:

BI RIHÊ PKK’Ê RE HEBÛNA JINÊ DERKETIYE SER DIKA DÎROKÊ

“ Di kesayeta fermandar Delal Amed de û hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim û bejna xwe li hemberê wan ditewînim. Dema ku dibêjîn PKK’ ê di serî de hestê azadiyê, di kesayeta mirovan de dide avakirin. PKK’ e rihê mirovatiyê  di mirovan de dide avakirin. Dema ku navê PKK’ ê tê gotin, di kesayeta mirovan de çoşa azadiyê çêdibe û eşqa jiyanê bi min re hîn xurtir dibe. Li ser vê bingehê dixwazim navê PKK’ê bînim ser ziman. Di dîroka civakbûna mirovatiyê de û heya roja îro jin weke hebûneke nedihate pejirandin. Em dikarin bêjin di kesayeta jinê de civakîbûn bi pêş ketiye. Û jin di kesayeta xwe de civakîbûn daye avakirin. Ne tenê hebûna gelê Kurd tine bû,  hebûna  jinê jî di nava civakan de nedihate nasin. Ne weke reng, ne jî weke îrade û ne jî weke cins nedihat qebûlkirin. Lê em dikarin bêjin weke cins navê wê ji bo hinek tiştan dihata bikaranîn, lê weke îradeyek nedihate nasîn. Jina ku bikaribe bi îrada xwe û bi rengê  xwe tevbigere tine bû. Bi derketina PKK’ ê re, em dikarin bêjin ku serdemek nû ji bo civaka Kurd û ji bo jina Kurd dest pê kiriye. Ji ber ku di destpêkê de hebûna jinê jî weke  gelê Kurd nedihate qebûlkirin. Lê em dikarin bêjin bi derketina PKK’ê re hebûna jinê her roja ku diçe xurtir dibe, di nava  civakan de.”

BI PKK’Ê RE JIN WATEDAR BÛ

 “Em dikarin bêjin bi derketina PKK’ ê re jin di nava civakê de bû xwediyê nasname û dîrokek nûjen. Ramanê Rêber APO hişt ku jin di nava civakan de bibin xwediyê îradeyek, rasteqiniyê. Keda her mezin di milê Rêber APO de  hatiye dayîn, ji bo jinan. Rêber APO ji bo jina hêviyek nû bû, di vê sedsal 21’ an de. Ramanê azadiyê ji bo jinê daye afirandin. Beşeke her sereke ya civakê, jin bi xwe ye. Her çiqasî jî di destpêkê de di nava civakan de nehatibe qebûlkirin jî, lê bi derketina PKK’ ê re bûye parçeyek her bingehîn ya civakê. Em dikarin bêjin, jin êdî îro,  dîroka xwe, cinsê xwe, îradaya xwe ji hemû dema zêdetir  dinase, bi  ramanê Rêber APO.  Gelek kesan li ser navê têkoşînê jina têkoşîn dane lê belê tu têkoşîn nekariye biqasî PKK’ ê têkoşîna jina der bixe holê. Ji ber ku PKK’ ê jin kiriye xwediyê nasnameya jiyana azad. Di heman demê de bi cîhanê jî daye nasîn. Wate û giringiyek mezin daye nasnameya jinê.  Rol û misyona jinê ya dîrokî jî hemû deman zêdetir daye nasîn. Têkoşînê ku ji beriya PKK’ê hebûn nekarin rol û misyona jinê rast derbixe ser dika dîrokê. Lê bi têkoşîna PKK’ ê re ev rol û misyona jinê di astekê her bilind de derketiye ser dika dîrokê. Cara yekê di nava PKK’ê de partiya jinê û artêşbûna jinê hatiye avakirin. Cara yekê jin di nava PKK’ê de wêrek bûye. Ji dayîkên me yê heftêsalî bigi re, dema ku dayîkê me derdikevîn ser televizyon û diaxivin mîna filozofên sedsalan dipeyvin. Hem di milê siyasî de hem ji di milê polîtîkayê de. Em dikarin bêjin, ev ji encamên ku têkoşîna PKK’ê ya 40’ salan digîre.

LÊGERÎNA ME YA AZADIYÊ BI PKK’Ê RE DEST PÊ KIRIYE

Cûdî dibêje ku bi ramanê Rêber APO re jiyîn xwe gihandina rastiya heqîqetê ye û axaftina xwe wiha berdewam kir:

 “Şêwazê têkoşîna Rêber APO daye kirin, ez bawer nakim ku di ti dîrokên şoreşan de hatibe meşandin. Ji ber ku Rêber APO li ser bingehê felsefe û birdoziyeke xwe bi rêxistinkiriye. Ev ji bo jinê jî pir girîng e. Ji ber ku Rêber APO rastiya civakan di milê sosyolojiyê de nirxandiye û rastiya jinê jî di kurahiya vê sosyolojiyê de şîrove dike. Divê jin bikaribe ji her milî ve  xwe perwerde bike.  Ji bo ku bikaribe  xwe di nava civakan de û artêşbûnê de xwe hîn zêdetir kûr bike, pêwîstiya wan bi xwe rêxistiniyê jî  heye. Nemaze di milê kesayeta zilamê serwer de û jina  kole de di vê xwe pewerde bikin. Ji bo vê yekê Rêber APO li hemberî van kêmasiyên heyî alternatifek baş derxistiye holê. Bi hazara sazî û dezgehên jinan hene lê belê heya neha nebûne hêza çareseriyê. Dema ku di milê kesayetiyê de û di zihinyeta pênç hazara salan ya koletiya li ser jinê hatiye ferzkirin, dema ku nûjenî hebe hişmendiyek azad  û civakek azad dikare were avakirin. Heya ku jin xwe di milê birdoziya jinê û civakê de xwe kûr neke û xwe neyîne ziman wê nikaribe deskeftiyê mezin bi dest ve bîne, di milê azadiyê de. Perspektifên Rêber APO her dayîm ji bo me jinan gelekî girîng e.

DIVÊ BI PÊŞENGIYA JINÊ DÎROKA MIROVAJIYÊ NÛJEN BIBE

Cûdî got ku  pergala zilamê serdest  li her cihî xwe bi cih kiriye, divê jin bikaribe li hemberî wan têbikoşe. Cûdî  wiha pêde çû:

“Gelek tevgerên femînîst yên jinan derketin lê belê nebûn heza çareseriyê. Em li hemberî kesayetê ku xwe  li ser hebûna jinê ferz dike û li hemberê zilamên paşverû, em ê têkoşîna xwe ya azadiyê li her derê geş bikin. Em ê zihinyeta zilamên klasik û hişmendiya dagirkeran jî têk bibin.  Rêber APO zilamtiya klasikî û ya serdest di xwe de daye kuştin. Tenê Rêber APO her dayîm ji bo berjewendiyên jinan berfireh kariye xebatê birdozî daye. Heya niha tu kesek nekariye ji bo azadiya jinê netêkoşiyaye, lê belê Rêber APO di hemû kêliyên xwe yên jiyanê de jin fêrî têkoşînê kiriye û  gotiye jin jiyan e, jin pêşengê dîroka mirovatiyê ye  û di pêşengitiya jinê de dîroka mirovatiyê hatiye tinekirin.  Ev hemû pênaseyê Rêber APO ne.”

DI RÊÇA HEQÎQETÊ DE CÎVAKÎBÛN Û KESAYETA NÛ AVA DIBE

Endama PAJK’ê Medya Cûdî dibêje, her têkoşînek xwediyê rengê cûda ye. PKK’ ê li ser bingeha jinê xwe daye avakirin û nasnameya jina azad di nava têkoşînê de daye afirandin  û Cûdî weh bi lêv kir:

 “Têkoşîna ku di nava PKK’ ê de tê dayîn naşibe tu têkoşînan. Ji ber ku di têkoşîna PKK’ ê de rêbazê destpêkê xwe perwerdekirin e. Dîsa têkoşîna cinsî dide, vê têkoşînê hem di hundirê xwe de hem jî di nav civakê dide meşandin. Em weke jin di du milan de têdikoşin, hem  li hember zihinyeta ku hebûna me tine dike, hem jî li hember hişmediya zilamên serdest. Di nava PKK’ ê de şer di milê hiş de nayê kirin, lê di milê zihinyetê de têkoşîn tê dayin. Di heman demê de şerê me yê xwe  avakirinê di milê birdozî de xwe ji zihinyeta koletî û ji zihinyeta zilamê serdest xwe dayîna xelaskirin e. Ji bo ku nesnameya Netewiya azad dayîna avakirin e û ev ji kareke li ser milê me jinan e. PKK’ li ser bingeha jinê xwe daye avakirin. Cûdabûna PKK’ ê ji van rêxistinên din ev e. Li se şopa heqîqetê meşa xwe dide meşandin.

BI TÊKOŞÎNÊ EM CUDABÛNA XWE DIBÎNIN

 Heya neha jin li ser xweseriya xwe,xwe bi rê ve nebiriye û bi rengê xwe netêkoşiye. Em dikarin bêjin di nava PKK’ê de jin xwe bi rêxistin kiriye. Rengê jinê yê civakbûnê di nava PKK’ ê de derketiye. Weke mînak Tansû Çiler jî jinek bû, hem ji serokkomar bû, lê belê tu îrada jinê neda nîşandan. Heya dawiyê jî ji kesayeta  jina rast dûr bû.  Ne rengê jin, ne jî hîsê jin li gel wê tine bû û gelek jinê din jî weke wê jiyan. Tenê di milekî de şerkirin serkeftin nayîne. Bi zihinyeta zilam li hemberê zilam şer, nabe. Dîsa bi fikra pergalê tevgerandin guhartin nayên çêkirin. Ferqa PKK û PAJK’ê  jî van tevgera ev rihê yêkitiyê dane avakirin. Di dîroka xwe de xwe naskirin û nasnameya jina azad derxistin li pêş bû. Nasnameya jinê li ser bingehê xweseriya xwe derketiye pêş. Îro  li her çar parçeyên Kurdistanê jin xwediyê artêş e. Bi pêşengitiya PAJK’ê li her çar parçeyê Kurdistanê xebatê birdozî û îdolojik têne kirih. Ev ji encamên pêşketina PKK’ ê ya 40 salan hatiye. Hêviyek û cesaretek mezin di hemû jinan de daye avakirin. Jina Kurd her dayîm cesareta xwe ji artêşbûna jinê digire, ji ber ku li pişta jina kurd hêza xwe parastinê heye. Jina Kurd zihinyeta pênc hazar salan daye hilweşandin.

SAKÎNCE CANSIZ BI JINÊ RE GIYAN Û WÊREKÎ ÇÊKIR

Dema navê Sakîne Cansiz tê bilêvkirin watedariya jiyana bi disîplîn, jiyanekê  rast, bi pîvan,di kesayeta Sakîne Cansiz de hebû. Hêvî, bawerî û pêşenga jina ku xwe gihandiye astekê azadî bi bîr tîne ji bo me.  Ji bo wê jî Sakîne Cansiz  di PKK û PAJK’ê de yekemîn pêşenga jinê ye. Di birdoziya jinê de pêşengek  azad e. Mirov dikare bêje ku bi sekna xwe serî li hemberî zîhnîyeta zilam û li hemberî hovîtiya dewleta Tirk têkoşîna azadiyê daye meşandin. Rêheval Sakine Cansiz pêşenga me ya dîrokî ye. Sakîne Cansiz ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo tevahî jinên cîhanê nimûneya pîvana azadiyê ye.

FERMANDARA YJA-STARÊ DELAL AMED BI WÊREKÎ PÊŞENGÎ KIR

“Weke Fermandara YJA-Star rêheval Delal Amed bi sedan rêheval ji bo me sedema windahiyên pir girîng bûn. Taybetî di nav PKK’ê de di pêşengtiya tekoşîna jinê de Fermandar Heval Delal xwedî  girîngiyek  pir mezin û dîrokî bû. Ji bo artêşbûna jinê Fermandar Azîme jî di nav PKK’ê de sekneke bi cesaret daye. Tenê ne jin, tevahî  xort û jin hêz û bawerî ji fermandar Azîme digirtin. Di heman demê de pêşengtîya jiyana heqîqetê kiriye. Di şexsê Fermandar heval Azîme de me  partî nas kir. Her wiha  rêheval Delal bi perwerdeya  Fermandar Azîme re li ser şop û mîrateya Fermandar Azîme roleke girîng di asta fermandartiyê û pêşêngatiyê kiriye. Fermandar Azîme kongreya yekemîn a YAJK’ ê de bû  sembola fermandara artêşbûna  jinê û  hat qebûlkirin. Ji bo wê dema em sembola artêşbûna jinê şîrove dikin em li pey şop û  berpirsyartiya fermandarên xwe yên  jin de meşa xwe ya azadiyê didin meşandin. Di serdema îro de û taybetî şehadeta Fermandar Delal  bandorek mezin li ser me kir.

 Dixwazim mînakek bidim li Rojava û di YPG’ê de cara yekemîn artêşa jin di nava raya gîştî  û di cîhanê de û bi pêşengtiya şoreşê de jin mûhatab tê dîtin. Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinê hatiye avakirin. Bi taybet YPJ li hember wan hêzeke ev qasî hov şer kir.  Em ê heta dawî jî li pey şopa wan bin û heta xeyalên azadî pêk bêne em ê tekoşîna xwe berdewam bikin.”