PJAK’ê piştgirî da banga dîrokî
PJAK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî wiha got, “Em ê bi hemû awayî piştgiriyê bidin vê banga Rêber Apo da ku li Tirkiyeyê aşitî pêk were û pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyê çareser bibe.”
PJAK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî wiha got, “Em ê bi hemû awayî piştgiriyê bidin vê banga Rêber Apo da ku li Tirkiyeyê aşitî pêk were û pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyê çareser bibe.”
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser banga dîrokî ya Rêber Apo daxuyaniyek weşand.
Daxuyaniya PJAK’ê bi vî rengî ye:
“Roja 27’ê Sibatê banga dîrokî ya Rêber Apo hat belavkirin. Banga Rêber Apo bi awayek taybet îşaret bi çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya aştiyê, avakirina civaka demokratîk û guhertinên bingehîn a di tevgera azadîxwaz a gelê Kurd de kiriye.
Li Rojhilata Navîn guhertin bi awayek berfireh û bilez çêdibin. Êdî herêm nikare xwe li beramberî van pirsgirêk û qeyranan bigre ku ew jî ji encama siyaseta otorîter a dewlet-netewane. Hişmendiya netewperestî hem wek çavkaniya derketina van pirsgirêkên dijwar û zehmet ên herêmê ye, hem jî wek astengiya herî mezin a li pêş çareseriya van pirsgirêkane.
Di vê rewşê de bi taybetî pirsgirêka Kurd wek birînek kûr û girêyek kor lê hatiye. Ev jî nêzîkatiyên rejîmên desthilat ên Rojhilata Navîn a di çareserkirina pirsgirêkan de nîşan dide. Banga Rêber Apo însiyatîf wergirtineke, ji bo derbazbûna qeyranan derfeteke dîrokiye.
Bê guman serkeftina vê pêngava aştiyê ya Rêber Apo, bi azadiya wî ya fîzîkî û hemû girtiyên din ên siyasî, bidawîkirina şer ji aliyê dewleta Tirk ve û avakirina zemîneke siyasî, hiqûqî û demokratîk ve girêdayî ye.
Rêber Apo di banga xwe ya dîrokî de bal kişandiye ser wê yekê ku tevgera azadîxwaz li Kurdistanê gelek fedekariyên mezin kiriye, lê ji ber astengî û zihniyeta fikra cîhana du cemserî, nekarî bi temamî ji vê pirsgirêkê re bibe bersiv.
Nîv sedsal bi têkoşînek bê rawestan Partiya Karkerên Kurdistanê netewa Kurd ji metirsiya tinekirina etnîkî parast û wê siyaseta ku li ser bingehê înkara gelê Kurd dihat meşandin vale derxist. Netewa Kurd niha qonaxa ‘vejînê’ û mijara hebûn wek netewe bi serkeftî derbaz kiriye, gihiştiye qonaxa xwebûn, xwerêvebirin û pêşengtiya ji demokrasiyê re. Bê guman ji bo serxistina vê qonaxê pêwîstî bi nêzîkatî û tedbîrên nû yên berdewamkirina têkoşînê heye.
Rêber Apo di salên 90’î de û piştre jî di nava 26 salên girtîgeha Îmraliyê de têkoşînek berfireh Ji bo guhertina zîhniyet û paradîgmaya têkoşîna tevgera azadiya Kurdistanê meşand.
Paradîgmaya nû ya têkoşînê li ser bingehê civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê pêşkêş kir ku rênîşana têkoşîna me ye. Banga dawî ya Rêber Apo gelek mijarên sereke, balkêş û jiyanî digre nava xwe. Wek partî me jî felsefe û paradîgmaya civaka demokratîk a Rêber Apo, ji bo gihiştina armancên xwe kiriye bingehê têkoşînê. Em ê bi hemû awayî piştgiriyê bidin vê vê banga Rêber Apo da ku li Tirkiyeyê aşitî pêk were û pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyê çareser bibe.”