PAJK: Li dijî roja reş û xayîn, em têkoşîna xwe xurt bikin

Koordînasyona PAJK'ê, bi wesîleya 18. salvegear Komploya 15'ê Sibatê ya Navneteweyî, ku li dijî gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniya Koordînasyona PAJK'ê de, çalakgerên 'hûn nikarin roja me tarî bikin' ên bedena xwe dan ber agir û mîna gogek ji agir li ber komployê rabûn, Rojbîn Berwar Şehristan û Zîn ên li ser xeta Zîlan li dijî komployê çalakî pêk anîn, hatin bîranîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em gelê xwe yê fedayî, ku li dijî komployê li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye û gelemperiya cîhanê daket kolanan, bi dirûşma 'Em ê cîhaneke bê Rêber Apo bi serê we ve birûxînin' li ber dijmin rabû û îro jî bê navber têdikoşe, silav dikin. Em careke din dilsoziya xwe ya bi rastiya Rêbertî re nîşan didin, ku her carê kevneşopiya komploger di nava tarîtiyê de mehkûm kiriye û ew xistine nava xefikên wan. Bi hesreteke mezin em Rêber Apo silav dikin."

'BERSIVA HERÎ XURT JI ALIYÊ GELÊ ME Û FEDAYIYÊN ME VE HAT DAYÎN'

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Bersiva herî xurt a li komploya navneteweyî, ji aliyê gelê me û fedayiyên me ve hatiye dayîn. Ji kêliya destpêkê ya komployê heta roja îro, berxwedaneke bêhempa hat kirin, ku di dîrokê de berxwedaneke bi vî rengî nehatiye dîtin. Li ser şopa hevrê Zîlan ku fermandara destpêkê ya kevneşopiya berxwedana li dijî komployê ye, îro hevalên Doga, Eylem, Zinar û Çekdar heman helwest li dijî komployê dewam kirine. Hevalên Kurdê, Rotînda, Halît Oral û Viyan, bûn rastiyeke mîna agir û nîşan dan ku jiyaneke bê Rêbertî bi ti awayî nabe.

Gelê me bi sekna xwe ya xwedîderketina li Rêbertî re, dijmin xistiye nava şoqê û bi ruhê serhildanê herikiye qadan. 15'ê Sibatê weke rojeke reş îlan kir, reş girê da û ew roj protesto kir. Me gelek mînak ji rastiya gelê berxwedêr dît. Ji heft heta heftê salî, gelê me yê welatparêz bi çalakiyên xwe bersiva herî watedar da komlpoyê û hê ji destpêkê ve pêşî li komployê girt.

Di roja îro de jî, bi rastiya Rêbertiyekî gerdûnî, ku pêşengiya modernîteya demokratîk li qada navneteweyî afirandiye, bersiva ji komploya navdewletî re hatiye dayîn. Weke Şoreşeke Nû ya Cotmehê, ji bo hemû mirovahiya dilê xwe ji bo azadiyê lê dide bûye hêviyeke mezin, hêzeka alternatîf û rewşên xitimandî yên têkoşînê ji holê rakiriye. Komployên ku weke xefika Kurdan li dijî Şêx Seyîdan hatin kirin, bi pêngavên îdeolojîk-polîtîk re êdî pûç bûne. Axa Kurdistanê veguheriye cihekî ku dagirkerî lê difetise. Her çiqas peymanên Lozan, Sewr, Qahîre û Enqereyê bi cih hatin jî, bi saya Tevgera Rêbertî îro peymanên Astana, Cenevre, Dolmabahçe û Aksarayê pûç bûne û nikarin bikevin meriyetê."

Koordînasyona PAJK'ê da xuyakirin, bêguman komplo bi temamî ji ser vê xakê nehatiye avêtin û hê jî hewl tê dayîn di asta herî bilind de bên meşandin. Koordînasyonê got, "Lê belê komplo duh di şexsê noker û tesfiyekaran de, di dema nêz de jî li Kobanê û Şengalê hatin pûçkirin." Koordînasyona PAJK'ê destnîşan kir, ku komplo li pêşberî tevgera jinê tê pûçkirin û wê her tim pêşî li wan bê girtin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Serketina komployê li aliyekî, hêrs û tolhildana ji ber wê derket holê, bû wesîle ku hîn bêhtir em li dora Rêbertî li hev bicivin. Di roja îro de, her çiqasî Rêbertî ji aliyê fîzîkî ve dîl hatibe girtin jî, ev yek nebûye asteng ku xwe bigihînin Rêber Apo. Dîwarên di navberê de hatine lêkirin û dûrmayîna fîzîkî, bûye amûrek ji xwegihandina hev a di wateyê de."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev komplo di heman demê de ji bo pêşî li lîstikên sîstema kapîtalîst û îdeolojiya netewe dewlet li Rojhilata Navîn bê vekirin, hatiye kirin.

Koordînasyonê da zanîn, Rêbertî rastî û felsefeyeke welê ye, ku dikare herikîna dîrokê biguherîne, mîrateya mirovahiyê ji nû ve bafirîne û çarenûsa gelan biguherîne.

PJAK'ê destnîşan kir, ku Rêbertî heqîqetek e û ti hêzên komploker nikarin li pêşiya vê heqîqetê bibin asteng û got, "Felsefeya Rêber Apo, xwediyê rastiyeke welê ye ku rêveçûna dîroka pênc hezar salî diguherîne, rê nîşanî wê dide, dafirîne û dide jiyîn. Di serî de gelê Kurd êdî hemû gel hişyar bûne."

'RASTIYA RÊBERTÎ DI NAVA TEVGERA JINÊ DE ŞÊNBER BÛ'

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, cewher û kûrahiya rastiya Rêbertî ji destpêkê ve di nava tevgera azadiya jinê de şênber bûye û hat gotin, "Ji ber vê yekê em dizanin ku komploya li Rêbertî hat kirin, li dijî pêngava azadiyê ya me jinan e. Lewma dilsozî û xwedîderketina li Rêbertî di asta fedayîtiyê de hat kirin. Di vê astê de xwedî li ti Rêberê ku zilm û komplo lê hatiye kirin, nehatiye derketin." Koordînasyona PAJK'ê destnîşan kir, ku hêrsa wan a li dijî vê roja reş wê ti carî neqede û sonda wan a tolhildanê her tim zindî be.

'EM HÊRSA XWE NÎŞANÎ KOMPLOKERAN BIDIN'

PAJK'ê li ser vê bingehê, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir û got, "Ne tenê şermezarkirin, em ê bi sekn û çalakiyên xwe  bersivê bidin komployê, dawî li komplokeran bînin û civaka azad bafirînin. Weke jinên PAJK'î me ev roj ti carî ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin. Em jin bi hêrs in; divê em vê hêsa xwe nîşanî komplokeran bidin. Ji ber ku Rêberî nebe ji bo me nabe."

Di dawiya daxuyaniyê de, ji bo çikandina zemînê komployê, bang li jinên Kurd, hêzên demokratîk û hemû hêzên ji bo mirovahiyê têdikoşin hat kirin, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin û hat gotin, "Weke tevgera jinê em soz didin, ku li djiî vê roja reş û xayîn, em ê têkoşîna azadiyê xurtir bikin."