PAJK: Divê jin li dijî komkujiyan bêdeng nemînin, rabin ser lingan

Koordînasyona PAJK’ê: Bi bilindkirina têkoşîn û yekgirtina jinê ya li dijî siyaseta dagirkerî û komkujiya li ser Şengalê, em dikarin birînên Helebce bipêçîn.

Koordînasyona Partiya Azadî ya Jinên Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekî nivîskî hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê û bi taybet şehîdên Helebçeyê û şehîdên Şengalê bibîr anî, bi tûndî hêzên komploger û hevkar şermezar kir.

Koordînasyona PAJK’ê, di 29. salvegera Komkujiya Helebce de, hemû şehîdên Helebce û şehîdên komkujiyên ku li Kurdistanê pêk hatine bibîr anî, hêzên ku tevlî van komkujiyan bûyîn, bi tûndî şermezar kir. PAJK’ê diyar kir ku her kes dizanin ku di sedsala 20 û 21'an de gelek komkujî di aliyê fîzîkî, çandî û hunerî de li ser  gelê Kurd pêk hatine. Bi armanca dawî li hebûna Kurdan bînin, têkbirina şoreşa gelê Kurd û li dijî tekoşîna gelê Kurd ev komkujî li ser gelê Kurd hatine pêkanîn. Komkujiyên Dêrsîm, Geliyê Zîlan, Enfal, Helebce, Serdeşt, Sinê, Qamişlo, Roboskî, Geliyê Tiyarê, Şengal û hwk kirin. Li rexmê van hemû komkujiyan jî, koçberî, qedexekirina ziman, çand û hunera netewî, ji aliyê dewleta dagirker ve her dem berdewam bû, bi ti awayî nerawesta ye. Bi armanca tinekirina hebûna gelê Kurd, netewa Kurd ji dîrokê heta roja meya îro domandine. Bê guman ev siyaset ji aliyê dewletên dagirker û emperyalîzmê ve tê kirin, armanc dagirkirina Kurdistanê ye.

PAJK’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Ti deman gelê me ev siyaset, li ser xwe qebûl nekiriye û her dem tekoşîn kiriye. Bi saya vê tekoşînê di roja me ya îro de li hemû beşên Kurdistanê, gelê Kurd di pêşengtiya jinan de gelek destkeftiyên giring hatine bidestxistin. Li beramberî vê tekoşînê her dem pîlangerî, komkujî zêde bûne. Di demekî de ku em komkujiya Helebce bibîr tînin, pêwîste em van hemûyan bibîr bixin, hemû pîlanên li dijî gelê me eşkere bikin. Li seranserî Kurdistanê hemû komkujiyên hatîn kirin bêdestûra dewletên dagirker û hêzên hegemon yên cîhanê çênebûye. Di parçekirina Kurdistanê de, komkujî kirin û kimya barandina li ser gelê Kurd, heta darvekirina rêber û pêşengên gelê Kurd û girtina Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo jî bi biryara hêzên hegemon pêk hatiye û bi rê ve çûye. Hemû alî dizanin ku Elmanya kimya firot rejîma Baas û rejîma Baas a faşîst jî ne tenê li Helebce, li Qerdax, Surdaş, Balîsan, Goptepe ya ku li Başûrê Kurdistan (bajarê Serdeş yê Rojhilatê Kurdisatan) kimya barand. 16.03.1988’an kimya li ser gelê Helebce barandin û di encamê de 5 hezar zêdetir kesan jiyana xwe ji dest dan.  Bi tekoşîna dîroka gelê Kurd ve li dijî hikûmeta Tirkiyeyê heta roja me ya îro ji aliyên Emerika û welatên Ewropa ve, li gel hemû çekên qedexe, kimyayî dide dewleta Tirkiyeyê. Bi van çekan jî dewleta Tirk her roj li ser gelê me dibarîne.  Sala derbasbûyî di encama bi karanîna çekên kimyayî de li Cizira Botan, Sûra Amedê, Şirnex, Hezex bi sedan kesên sivîl û şoreşger şewîtandin. Di bîraîna hemû komkujiyan de em carek din ji welatên Rojava re dibêjin bes e ji siyaseta derew re û nerast re, pêwîste siyaseta xwe rast bikîn.”

Koordînasyoan Partiya Azadî ya Jinên Kurdistanê (PAJK) di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan: 

‘GELÊ ŞOREŞGER, NÎŞTIMAN PERWER Ê KURDISTANÊ’

“Beriya 29 salan,  îro di kesayeta Helebce de gelê Kurd bi şêweykî giran hat birîndarkirin.  Her çendê ku rejîma Baas hilweşiya jî berdêla gelê Helebce nehatiye dayîn. Her çiqas destkeftiyên Başûrê Kurdistanê bi xwîna şehîdên Helebce û Enfalê be, lê belê di encama siyaseta nelirêtî, nedemokrasî ya Herêma Kurdistanê birîna Helebce kûrtir kiriye û nehatiye pêçan. Bingeha ku beriya 29 sal hatibû avakirin, ji ber nebûna hêza parastinê, nebûna siyastekî yekitiya netewî ya Kurd bû. Piştî statûya Başûrê Kurdistan û serkeftina şoreşa mezin a Rojavayê Kurdistan û azadbûna hemû Rojavayê Kurdistan, gelek destkeftiyên mezin hatin bi destxistin, lê hê jî komkujî bi dawî nebûne, berdewamin.  Roja 3'ê Tebaxa 2014'an li ser gelê me yê Şengalê komkujiyek dijwar pêk hat, bi hezaran jin, zarok, ciwan jiyana xwe ji dest dan û ketin di destê DAIŞ'ê de. Bê guman komkujiya Şengalê bi pîlanekî hevbeş ya dinavbera AKP, PDK, Îsraîl û DAIŞ'ê de bû . Ev pîlan hatibû amadekirin ku PDK şengal vale bike, radestî DAIŞ'ê bike. Wek hemû caran PDK’ê bi peymana avakirina dewleta Kurdî ev pîlan da kirin.

Lê belê xwedî derketina hêzên HPG û YJA-STAR, YPG, YBŞ’ê karîn, 120 hezar xelkê Şengalê rizgar bikin. Piştre bi avakirina Hêzên Parastinê (YBŞ, YJŞ) û avakirian sistemkî demokrasiya gel, azadkirina gund û bajarokan ji destê çeteyên DAIŞ'ê û azadkirina Şengal di pêşengtiya YBŞ û YJŞ'ê de, vîna hêza siyasî ya gelê Şengalê ava bû.

‘EV ÊRÎŞ DI ENCAM LIHEVKIRINÊN AKP-PDK’Ê DE HATIYE PÎLANKIRIN’

Êrîş ku îro li ser Şengalê hate kirin bi daxwaza dewleta Tirk a dagirker pêk hatiye.  Bi heman şêwe kirîza aborî ya li Başûrê Kurdistanê û ragihandina dewleta Kurdî, bûye sedama ku êrîşî civaka Êzîdî bike û vîna gelê Kurd bişkîne, lê ev êrîş hemû hatine şikandin. Di  roja me ya îro de li ser daxwaza hikûmeta Tirk  û encama lihevkirinê qirêj ên li gel PDK’ê, carekî din bi awayekî hovan êrîşî Şengalê hate kirin. Bi awayekî vekirî û rastî li ber çavan e ku PDK’ li herêma Başûrê Kurdistanê di aliyê siyasî, aborî û rêveberiyê de têk çûye, her wiha li qada navneteweyî de jî bi sûcê li dijî mirovahiyê tê tewanbarkirin. Li ser van hemû alozî û kirîzên heyî dihol û zirneya  dewleta Kurdî lê dide. Lê mixabin ev e cara destpê nîne ku PDK’ hewl dide gelê bixapîne, baş hat dîtin ku her cara ku qala dewleta Kurdîniyê dike li gel dewleta dagirker a Tirk li hev dike û komkuyiyan bi serê gelê Kurd tîne. Ev nêzîkî 2 sal in li herêma Başûrê Kurdistanê yek partî hikûmraniyê dike.  Dewleta Tirk a mêtînger her roja ku diçe li Başûrê Kurdisanê di aliyê leşkerî, aborî û çandî de xwe bi cih dike. Cih ligel girtina deweleta Tirk û piştgirîkirina wê bûye sedema kûrkirina nakokiyên hikûmeta herêmê û Iraqê.  Ev kiryar bûne sedema ku budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Iraqê ve bê rawestandin, hêlaye kirîz û aloziyên li Kurdistanê girantir bibin. Heta niha  PDK’ê bersiva ti nerazîbûn û xwepêşandana ne daye, wisa xuya dike ku wê neraweste û bi amadekirina pîlanên din dixwaze komkujiyên nû li ser Şengalê pêk bîne.”

‘JINÊN AZADÎXWAZ Û TÊKOŞER’

Partiya Azadî ya Jinên Kurdistan (PAJK), şehîdên komkujiya Helebce bibîr anî û ev bang li jinan kir: “Hê jî birînên komkujiya Helebce nehatine pêçan, her roj jin û keçên Kurd li hemû beşên Kurdistanê bi çek û kîmyayê şehîd dikevin, dayîk û pitik pêk ve bi çekên dijmin tên şewitandin. Ji bo tolhilîna ji hemû komkujî û qirkirinên li ser jinan li her çarparçeyên Kurdistanê bi fikir û felsefaya Rêber Apo, jin xwe bi rêxistin dikin û artêşa jinê avakirin û gel diparêzin. Li ser vê rêbazê her roj jin di warê îdeolojiyê de xwe perwerde dikin. Gav bi gav pêş dikevin û netewa Kurd gihiştiye astekî bilind a têkoşînê. Îro bi hemû awayî dewletên dagirker û hevkarên wan dixwazin berxwedana jina Kurd a li Şengal, Kobanê, Mexmûr, Amed, Botan, Sine û Mihabad  bişkîne. Pêwîste Jinên Kurd bi taybet jinên Başûrê Kurdistanê ji vê siyaset û hevkariya qirêj re bêje Na, bibin mertal li hember van pîlanan û bêdeng nemînin. Bêdengîbûn  tê wateya  erêkirin û rewakirina vê siyasetê. Divê hemû kesên xwdî şeref û namûs cihê xwe li gel eniya berxwedanê bigire, bi taybet divê jinên Başûrê Kurdistanê xwedî li gelê Şengalê derbikeve. YBŞ hêza berxwedan û têkoşînê ya li dijî mêtîngerî, nedemokratîkbûn û pîlanên qirêj e, hêza demokratîkirina hemû Başûrê Kurdistanê ye. Carekî din bi boneya salvegera Komkujiya Helebce bang li hemû jinan dikin ku bi vînekî yekgirtî têkoşînê bilind bikin û dawî li siyaseta mêtînger û xiyanetê bînin, bibin mertal li dijî her komkujiyek û pîlanên qirêj ên li ser xaka Kurdistanê, bang li hemû jinên çar parçeyên Kurdistanê dikin ku bi ruhê azadîxwaziyê û bi hêza pêşengtiyê  di rêzên azadiyê de yekîtiyê ava  bikin û li gel  yek, pêşî li hemû komkujî û şerê bi destê hevkarên dijmin bên kirin bigirîn.”