Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di sala 2016’an de 236 jin hatine kuştin, destdirêjî li 71 jinan çêbû û 373 zarokên keç hatin îstîsmarkirin. Ji sedî 59 ê îstismara zayendî ya li dijî zarokan li dibistanan pêk hat. Di van bûyeran de heta niha tenê 126 kiryar hatine girtin, 18 kes jî hatine berdan û nergirtî têne darizandin. Tevî herî zêde îstismara zayendî ya zarokan li dibistanan rû dide jî heta niha tenê 3 mamoste hatine îxrackirin û mamosteyekî din ê tacîzkar ê Îmam Hatîbê li dibistanek din hatiye tayînkirin.
Seroka Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) Songul Ozunver têkildarî şîdeta li jinê û daneyên 2016’an ji ANF'ê re axivî. Ozgunver destnîşan kir, li Tirkiyeyê kuştina jinan weke întixar têne binavkirin û got, kujerên jinan jî nayên darizandin.
'KUJERÊN JINAN NAYÊN DARIZANDIN'
Ozunver ragihand, li Tirkiyeyê hejmara kuştina jinan û îstismarkirina zarokên keç di asta herî jor de ye û wiha dewam kir: "Mixabin li Tirkikyeyê kujer û kesên zarokan îstismar dikin nayên darizandin. Wekî din, gelek jin ji aliyê hevserên xwe ve têne kuştin û jêre weke întixar tên gotin. Lê belê gelek ji van kuştin e. Me bi xebatên xwe yên li gund û navçeyan re ev yek pişterast kiriye."
'LI TIRKIYEYÊ JIYAN LI JIN Û ZAROKAN GELEKÎ ZEHMET E'
Ozunver anî ziman, li Wanê di nava salekê de 40 jinan xwe întixar kirine û wiha pê de çû: "Li Wanê nîvê vê hejmarê hatine kuştin û ji vê kuştinê re dibêjin întixar. Ti sedemên zarokeke 11 salî nîne ku xwe întixar bike. Ev yek gelek eşkere ye ji aliyê hinek kesan ve hatiye kuştin. Em gelek dûr nekevin, li Wanê jî bi dehan serlêdanên îstismarkirinê têne kirin. Li Tirkiyeyê jiyan li zarok û jinan gelekî zehmet e."
'BI GIRTINA KOMELEYÊN JINAN ZEXTÊN LI JINAN WÊ ZÊDE BIBIN'
Ozunver da xuyakirin, ku piştî Rewşa Awarte hate îlankirin, zext û şîdeta li jinan jî zêde bû. Ozgunver destnîşan kir, gelek jin hatine binaçavkirin, girtin û kuştin. Ozgunver nerazîbûn nîşanî girtina komeleyên jinan da û got, "Li Tirkiyeuê komeleyên jinan di hedefa desthilatdariyê de ye. Bi girtina komeleyên jinan wê kuştinên jinan jî her roj zêde bibe. Di vê dema ku ewqas kuştina jinan û koçberî jinan heye em dixwazin hemû komele û saziyên jinan vebe. Saziya me VAKAD vê girtinê heq nake. Em bang li tevahî jinan dikin ku çiqas saziya me girtî be jî bila bi awayekî xwe bigîhînin me."
DANEYÊN SALA 2015’AN JÎ WIHA NE:
Ji sedî 10'an ên jinên hatine kuştin, ji ber ku dewletê ew neparastine hatine ukştin. Jİ sedî 64 jî ji aliyê hevser û dergistiyên xwe ve hatine kuştin. Ji sedî 42 ê jinên hatine kuştin, 18 salî ne.