‘Nûçeyên derbarê Asiye Aykan de derew in’

Asiye Aykan ji hêla hevserê wê ve hate kuştin, xwarzêya Aykan Nurgul Ovunc li dijî nûçeyên medyaya sereke ya li ser xaltiya xwe derket.

Xwarzêya Asiya Aykan, ku Aykan 27’ê Mijdarê li Uskudarê ji hêla hevserê wê Yilmaz Aykan ve hatî kuştin û li dijî nûçeyên li ser xaltiya xwe derket. Ovunc diyar kir ku xaltiya wê diya 3 zarokan bûye û nûçeyên li ser xaltiya wê derew in. 

‘XALTIYA MIN HEVSERÊ XWE NEXAPANDIYE’

Ovunc got nûçeyên  li ser xaltiya wê ku dibêjin, ‘’hevserê xwe xapandiye’ li derewê qeliband û got tiştekî wiha nîn e.

Nurgul Ovunç diyar kir xaltiya wê hevserê xwe Yilmaz Aykan nexapandiye û her wiha Aykan ne di wesayita serwîsê de hatiye kuştin û wiha got, ‘’Xaltiya min dema ku cil radixist hevserê wê, wê dixapîne, dibe cihê bûyerê. Dema ku Mehmet Yilmazturk ê ku 2 metroyan li pêş malê disekine ber bi wan ve tê hem xaltiya min dikuje û hem jî Yilmazturk dikuje. Xaltiya min hevserê xwe nexapandiye.’’