Nîvê zanyarên jin rû bi rûye êrîşên zayendî ne

Li gor rapirsîneke navneteweyî, nîvê zanyarên jin, mexdûrên êrîşên zayendî ne.

Li gor lêkolîneke navneteweyî ku ji aliyê saziya rapirsînê ya Îpsos’ê ve ji bo Weqfa L'Oréal’ê hat kirin, ji du jinên zanyar yek jê rû bi rûyê êrîşên zayendî bûye. 

Li gor anketa li 117 welatan bi nêzîkê 5 hezar jinan re hat kirin, ji sedî 49’ê jinan gava ku ji xwe re kariyer kiriye, rû bi rûyê êrîşa zayendî bûne. Nêzîkê nîvê van êrîşan, sala 2017’an piştî ku tevgera #MeToo derketiye holê, hatine kirin.

Li gor ji sedî 65’ê jinên lêkolîner, rewşên wiha ku li pênc parzemînan qewimîne, bi neyînî bandor li kariyera wan kiriye. Lê ji her pênc mexdûran bi tenê yekê gilî li saziya xwe kiriye.

Anket, bi 50 saziyên giştî û yên taybet re, di warê teknolojî, endezyarî û matematîkê de hat kirin.

Wek encam; bi van êrîşan bi neyînî bandor li ser kariyera zanistî ya jinan bûye, ji sedî 52’yê mexdûran gotiye ku “ew xwe dûrê hin xebatkaran dikin“, ji sedî 25’ê din gotiye ku hest pê dikin ku li kargehan di xeteriyê de ne.

Ji sedî 64’ê zanyarên jin û mêr jî gazincan dikin ku li kargehan tevdîrên têkoşîna li dijî êrîşên zayendî kêm in. 

Li seranserê cîhanê, lêkolînerên warê zanistî bi tenê ji sedî 33 jin in, bi tenê ji sedî 4’ê wan xelata Nobelê wergirtiye.

Weqfa L’Oreal, destnîşan kir ku divê ji bo di warê lêkolînê de nirxandina bi temamî ya potansiyela jinan bê kirin, divê hest pê bikin ku ewlehiya wan heye.