Nîjadperestekî li Zurîchê êrişî sê jinan kir

Li bajarê Zurîchê yê Swîsreyê nîjadperestekî di trenê de bi devkî û fîzîkî êrişî sê jinan kir. Polîsan bi hin hincetan hewl dan nîjadperest biparêzin, lê belê bi israra jinan neçar man ku bikeve nava hewldanan.

Li bajarê Zurîchê yê Swîsreyê sê jin ji ber ku bi Tirkî axivîn bûn hedefa tundiya devkî û fîzîkî.

Di 8'ê Gulanê de O.Y., F.C. û H.E. ên li trena Regensdorfê siwar bûn, dema ku di navbera xwe de bi Tirkî diaxivîn, bû hedefa êrişa devkî ya mêrekî Swîsreyî. Êrişkar piştre êrişa fîzîkî kir.

Nîjadperest ji jinan re got, "Ev der Swîsre ye, hûn ê bi Elmanî biaxivin" û piştre jî sixêfên zayendîperestî li jinan kir.

Mêrê nîjadperest bi teşhîrkirinê gef li jinan xwar û dema ku wêneyê wî dihate kişandin bi qutiyên bîra û pihînan li jinan da.

Piştî vê êrişkariya ku 15 deqeyan dewam kir, êrişkar ji trenê peya bû.

Tevî ku gelek kamera, wezîfedarên ewlekariyê hebûn û rêwiyên din bi israr li polîsan geriyan, 15 deqeyan polîs an jî wezîfedarê ewlekariyê neketin trenê.

Jinan di dema bûyerê de li polîsan geriyan, polîsan ji wan re gotin ku 'em yekser tên' lê piştî 30 deqeyan hatin.

Polîsên ku bi derengî hatin cihê bûyerê li jinan geriyan û bi rengekî xemsar ji wan re gotin, "Em hatin cihê bûyerê lê hûn nînin, eger hûn birîndar bin bên qereqolê."

Bi helwesteke xemsar ji jinan xwestin ku nedin pey bûyerê.

Roja 9'ê Gulanê jinan rapor ji doktor wergirtin û xwestin li gel polîsan gilî bikin. Vê carê jî polîsan betlaneya dawiya hefteyê kirin hincet. Li ser vê yekê jin 11'ê Adarê ji nû ve çûn qereqola polîsan a li Regensdorfê, polîsan vê carê jî xwestin berê wan bidin şaxekî din ê polîsan. Polîsan bi hincetên cuda hewl dan pêşî li giliyê jinan bigirin. Li ser israra jinan polîsan serlêdan qebûl kirin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka