Namzetê Serokkomariyê Kiliçdaroglû serdana HDP'ê kir

Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû li gel heyeta xwe serdana HDP'ê kir. Kiliçdaroglû diyar kir ku pirsgirêka Kurd jî di nav de cihê çareseriya pirsgirêkan hemûyan, Meclîs e û got, wê li vî welatî pevçûnê bi dawî bikin.

Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû serdana Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar kir. Hevdîtin li Koma Meclîsê ya HDP'ê pêk hat. Serokwekîlê Koma CHP'ê Ozgur Ozel, Sekretera Giştî ya CHP'ê Selîn Sayek Boke û Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Ogûz Kaa Salici jî tevlî hevdîtinê bûn.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, her wiha Berdevka Partiyê Ebrû Gunay û Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç pêşwazî li Kiliçdaroglû kirin.

Hevdîtin bi qasî 50 deqeyî dewam kir û piştre Kiliçdaroglû derbasî meqama Bûldan û Sancar a li Meclîsê bû. Li vir jî hevdîtineke duyemîn hate kirin ku 10 deqeyan dewam kir. Piştre Kiliçdaroglû, Bûldan û Sancar li Odeya Koma Meclîsê ya HDP'ê civîneke çapemeniyê lidar xistin.

'PIRSGIRÊKA KURD JÎ DI NAV DE CIHÊ ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN HEMÛYAN MECLÎS E'

Namzetê Serokkomariyê Kiliçdaroglû di civîna çapemeniyê de wiha axivî: "Me dokûman û metna xwe ya lihevkirinê ya hevpar a li ser sıstema parlamenteriyê ya xurtkirî û guhertinên destûra bingehîn ji wan re ragihand. Her wiha em li ser gelek pirsgirêkan axivîn û me ew xist rojevê. Dadgeriya serbixwe û bêalî divê teqez hebe. Dewleta hiqûqê divê teqez hebe. Dewleta civakî, neheqiya di parvekirina hatineyê de divê bê bidawîkirin, dewleta civakî bi rengê herî xurt divê bi cih bê anîn. Parastina azadî û mafên bingehîn jî weke daxwazeke hevpar hate destnîşankirin. Parastina mafên bingehîn û azadiyan, baldariya li ser mijarên hawirdor û avhewwayê di rojeva me de bûn. Guhertina avhewa û hawirdorê heye û divê amadekariyên cidî bêne kirin. Di mijarekê de ku cîhan tedbîran werdigire, xemsariya Tirkiyeyê ya li ser vê mijarê dibe sedem ku di dema felaketên xwezayî de dewlet ne amade be.

'EM TAYÎNKIRINA QEYÛMAN RAST NABÎNIN'

Bi domdarî Kiliçdaroglû bal kişand ser rêveberiyên herêmî û tayînkirina qeyûman û wiha domand: “Em li ser mijara rêveberiyên herêmî sekinîn û me ji birêz hevserokan re got ku tayînkirina qeyûman bi tu awayî rast nabînin. Di mutabeqeta me ya hevpar de tê gotin ku divê tayînkirina qeyûman nebe, kesên bi rêya hilbijartinê hatî divê bi rêya hilbijartinan biçe û ev yek ji rêgezên sereke ya demokrasiyê ye. Heke hûn demokrasiyê îpotek bikin, bibêjin ez dengên we qebûl nakim, ez kê bixwazim dê wî tayînî vê derê bikim, heke hûn bibêjin ez ê kesekî li vir tayîn bikim, ev yek nabe sepaneke rast. Heke em demokrasiyê biparêzin, divê em di her mercan de biparêzin. Parastina demokrasiyê, parastina mafên mirovan e, parastina wekheviya jin û mêran e, parastina hawirdor û avhewayê ye. Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêka texrîbatan, avakirina îradeyê ye. Her wiha me got ku yek ji rêgezên me yên sereke jî demokrasî ye.” 

‘EM AMADE NE KU BI HEV RE TEVBIGERIN’

Bi domdarî Kiliçdaroglû ev nirxandin kir: “Divê pêşiya siyasetê bê vekirin. Divê pêşî lê were vekirin û siyaset nebe cihê şer û pevçûna.  Gelo ma ev welat êdî ji şeran bêzar nebû? Dê hinek televîzyonên vî welatî îşev dîsa gelek tiştan binivîsin û biweşînin. Gelo ma hûn ji şeran bêzar nebûn? Li cihê ku mirov hev hembêz bike, mirov were ba hev û mîna mirovên hemdem nîqaşan bike, em çima şer dikin? Em bi kîjan sedemê şer dikin? Em çima civakê dabeş dikin û çima ji hev parçe dikin? Em li gel yekitiyê ne. Em amade ne ku ji bo ev welat xwe komî ser hev bike û hemû pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin. Divê siyaset pirsgirêkan dernexîne. Divê siyaset, pirsgirêkên heyî çareser bike. Heke siyaset pirsgirêkan biafirîne, wê demê bandoreke neyînî li ser pêşketin, mezinbûn, mafên mirovan, wekheviya jin û mêran dike. Em di sedsala 21’an de ne û hêjta li pey girtina partiyan ne. Ev yek rast nîne. Helwesta ‘ka ez filan partiyê bigirim da ku dengên wê bo min bên’, feraseteke xelet e. Em tevek jî dizanin ku partiyên tên girtin bi navê partiyeke din derdikevin ser dika siyasetê û gel piştgiriyê dide. Di metna mutabeqeta hevpar de têkildarî girtina partiyan sererastkirin hene û ev yek hatiye zehmetkirin. Divê ji ewil Meclîs biryarê bide û di vê mijarê de qanûn hene. Min nêrîna xwe ya di vê mijarê de bi hevserokên giştî re parve kir. Divê tundiya li dijî jinan teqez bi dawî bibe. Di vê mijarê de civak bihestiyar tevdigere û divê saziya siyasetê jî di ruhê xwe de hîs bike. Heke hûn tundiya li dijî jinan bi awayekî teşwîq bikin, ev yek rast nîne. Divê tundiya li dijî jinan teqez bi dawî bibe û saziya siyasetê jî xwedî helwestekî zelal be. 

'EM LI BENDÊ NE KU LI DIJÎ ZEXTÊN DESTHILATDARIYÊ BISEKININ'

Divê saziya siyasetê têkildarî hemû komên dezavantaj peywira xwe bi cih bîne. Di sedsala 21’an de paşguhkirina mafên wan hêjayî Tirkiyeyê nîne. Ji bo tevahiya mafên wan radestî wan bên kirin, ji bo ku di her qada jiyanê de cih bigirin, divê em bo wan rê vekin. Desthilatdariyê daraz siyasî kiriye, li wir mirovên xwe bi cih kirine û li dijî siyasetê wekî ço bi kar tîne. Em vê nêzikatiyê teqez qebûl nakin. Li gorî xala 138 a Destûra Bingehîn, dadger li gorî hiqûqê û qenaeta wijdana xwe biryarê dide. Bendewariya me ya ji dadgeran jî ev e. Bendewariya me ya ji wan ew e ku li dijî zextên desthilatdariyê li ber xwe bidin. Heke ev yek bibe em dikarin bibêjin wê demokrasiyeke rasteqîn ava bikin. 

Em têkildarî erdhejê jî axivîn. Hevserokên giştî diyar kirin ku di mijara erdhejê de pêdivî bi bernameyeke sererastkirinê ya lezgîn heye. Em jî tev li nêrînên wan dibin. Divê ji bo vê herêmê bernameyeke taybet bê derxistin. Dema çûm herêmên erdhejê min ji bo vê bang li hikûmetê kir. Ez heman bangawaziyê li vir jî dubare dikim. Divê bernameyeke taybet bi lezgînî bikeve meriyetê. 

'NAVNÎŞANA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD MECLÎS E'

Hevalên hêja, çareseriya hemû pirsgirêkan, pirsgirêka Kurd jî di nav de, Meclîs e. Ez dîsa dibêjim. Çareseriya hemû pirsgirêkan, pirsgirêka Kurd jî di nav de Meclîs e. Hebûna TBMM'ê ji ber wê yekê ye ku parlamenta çareseriya pirsgirêkan e. Ji damezrandina xwe heta niha pirsgirêkên herî bingehîn ên Tirkiyeyê di TBMM'ê de hatine çareserkirin. Em amade ne û hemû pirsgirêkên heyî li gel parlementerên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, xwe bispêrin aqilê netewî çareser bikin. Hûn ê bibînin ku tu pirsgirêkên ku neyên çareserkirin nemînin. Yanî ev hemû pirsgirêk bi îradeya Meclîsê û gel dikare bê çareserkirin. Çima her kes dikare pirsgirêkên xwe çareser dike, lê em ê nikaribin çareser bikin. Ma kapasîteya TBMM’yê têra çareserkirina pirsgirêkan nake? Na, bes e ezbenî. Navnîşana çareseriyê ji bo her pirsgirêkê ev der e.

WEKHEVIYA JIN Û MÊRAN 

Di beyannameya xwe ya banga sedsala duyemîn de, me bi zelalî û eşkere destnîşan kir ku navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd Meclîs e û ev biryar hemû di kongreya me de bi yekdengî qebûl bû. Em demokrasiyê diparêzin, em mafên mirovan diparêzin, em di wê baweriyê de ne ku divê tu kes neyê paşguhkirin. Em ji bo wekheviya zayendî têdikoşin û vê diparêzin. Bifikirin, ji hawirdorê bigire heya hewayê, ji mafên mirovan bigire heya demokrasiyê û heya serxwebûna dadweriyê, ji desteserkirina mafên komên dezavantaj bigire heya wekheviya jin û mêran, em ê yan demokrasiyê bînin vî welatî an jî em ê bînin. Nîveka vî karî nîne, ne jî şer heye. Em ê bi azadî nîqaş bikin, em ê bi hev re nîqaş bikin. Em rûniştin û axivîn, me nekarî li hev bikin. Heke em li hev nekin, em ê dîsa biaxivin. Li vî welatî mirovên zane û rêzdar hene, ji cîhana akademîk, ji civaka sivîl, li her bajarî rûspî hene. Siyaset bi serê xwe ne saziyek e, hêza xwe ji rayadarên civakê û zanayên civakê digire. Bi wê piştgiriyê em dikarin hemû pirsgirêkên heyî çareser bikin. Pirsgirêkeke ku nayê çareserkirin nîne.

EZ Ê LI VÎ WELATÎ ŞER BI DAWÎ BIKIM 

Wîsa xuya dike ku ev serdan ji bo we çapemeniya rêzdar jî pir girîng e. Hemî kamera, bi kêmasî û zêdebûna xwe li vir in. Bi taybetî ez ji endamên çapemeniyê daxwaz dikim ku xwe ji zimanê ku civakê parçe dike dûr bixin. Ji zimanê ku civakê dike dubendî û neyarê hev dûr bixin. Berpirsiyariya medyayê jî heye. Divê medya hay ji vê berpirsiyariyê hebe. Li şûna ku hembêzkirin hebe, destgirtin hebe, parvekirina rojên me yên xemgîn hebe û di rojên me yên bextewar de şahî hebe, çima şer bê gurkirin. Em ê şer bi dawî bikin. Weke namzetê serokomariyê yê 13’emîn ez ê li vî welatî şer biqedînim. Ez soz didim. Ez soz didim miletê xwe, nasnameya wan, baweriya wan çi dibe bila bibe, terza jiyana wan çi dibe bila bibe, mirov mirov e û cihê wî li ser serê min heye. 

ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA KURDÎ

Cihê xemgîniyê ye. Binihêrin, ji we re qala bûyereke din a bi êş bikim. Beriya bi demekê li Meclîsê axaftin tê kirin. Gotinek dema bi Îngilîzî tê bikaranîn di nava kevanê de dinivîsîne 'Ev gotin bi Îngilîzî ye'. Bi Fransî û hwd. be hemû têne nivîsandin. Lê belê di nava axaftinê de dema hevokek, gotinek bi Kurdî derbas dibe, hingî weke 'zimanê nayê zanîn' tê nivîsandin. Ji bo Xwedê; ez ji wijdanê mirovên li vî welatî re dibêjim. Qenaleke TRT'ê bi navê TRT Kurdî heye ku weşanê dike. Çawa dibe ku hûn li vê derê dinivîsînin 'zimanekî nayê zanîn'. Zimanekî nayê naskirin. Hûn çima radibin zimanekî ku bi hezaran sal in pê tê axaftin weke zimanekî nayê zanîn dinivîsînin. Ez niha ji her mirovekî xwedî wijdan û exlaq dipirsim: Gelo cotstandartî li dewletê tê? Lê nayê. Hûn ê hurmetê nîşanî zimanê her kesî bidin. Belê zimanê me yê fermî Tirkî ye, li ser seran, kes tiştekî ji vê re nabêje. Lê belê hûn weke dewlet nabe ku bi cotstandartî nêzîk bibin. Dema hûn bi cotstandartî nêzîk bûn, hingî hûn cihêkariyê dixin nava welatiyên me.

HÛN Ê BI ÇAVÊ DIJMINATIYÊ LI KESÎ NENIHÊRIN

Tê wê wateyê ku hûn komek ji mirovan weke dijmin dibînin. Ev yek lîstikeke hêzên emperyal e ku li ser Tirkiyeyê tê lîstin. Em ê Tirkiyeyê ji vê lîstikê rizgar bikin. Dilê her kesî wê rehet be, li vî welatî hûn ê kesî weke dijmin nebînin, hûn ê kesî cihê nekin. Weke ku min beriya niha got, hûn ê bi rêzdarî nêzî bawerî, nasname û rêbaza jiyanê ya her kesî bibin. Em ê dest bi destpêkeke nû bikin. Destpêkeke demokratîk a bi exlaq. Em ê destpêkeke ku her kesî hembêz dike pêk bînin. Civakek dûrî şer û pevçûnê. Bala civakê wê li ser vê yekê be; em ê çawa mezin bibin, em ê çawa bi pêş bikevin, em ê çawa bêkariyê çareser bikin, em ê çawa nekweheviya navbera herêman çareser bikin. Li herêma erdhejê pirsgirêk heye. Pirsgirêka bi hezaran, bi milyonan mirovî heye, em ê van pirsgirêkan çawa çareser bikin. Divê civak bala xwe bide ser vê yekê. Dikeve nava nîqaşên bêkêr. Di vir de jî wezîfeyeke mezin dibe para kedkarên çapemeniyê. Birêz Serokên Giştî, gelo min hinekî dirêj kir? Ez ji dil spasiya we hemûyan dikim. Ji ber ku pêşwazî li me kir, li pêşiya we hemûyan spasiya Serokên Giştî dikim."

BÛLDAN: ME NÎŞAN DA KU EM ALÎGIRÊ ÇARESERIYÊ NE

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî li ser sedema lidarxistina hevdîtinê ya li Meclîsê got, wan xwestine ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd îşaretê bi navnîşana çareseriyê bikin. Pervîn Bûldan wiha axivî: "Beriya her tiştî em spasiya we hemûyan dikin. Ji ber vê baldariyê mala we ava be. Me îro bi birêz Serok û heyeta wî re hevdîtinek kir. Nêzî saetekê em li ser mijarên ku birêz Serok qalê kir, bi hev şêwirîn, li ser pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê em axivîn. Her wiha em li ser bendewariya civaka Tirkiyeyê, bendewariya gelên Tirkiyeyê ya ji me axivîn. Lewma em careke din spasiya Birêz Serok dikin ku di çarçoveya van bendewariyan de ev agahî bi me re parve kir. Mebesta me ya pêşwazîkirina birêz Serok li vê derê ew e ku me xwest nîşan bidin, em alîgirê wê ne ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li bin sîwanê Meclîsê pêk bînin. Ji ber vê yekê me xwest Birêz Serok û heyeta wî li parlamentê pêşwazî bikin, malovaniyê jê re bikin. Me xwest bibe wesîleya vê yekê. Têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên li Tirkiyeyê hemûyan, her wiha bendewariyên civaka Tirkiyeyê û karên piştî hilbijartinê em bi hev şêwirîn. Em careke din spasiya birêz Serok û heyeta wî dikin. Qawet be ji we re birêz Serok."

SANCAR: PIŞTÎ KU ME HEVDÎTIN NIRXAND EM Ê DAXUYANIYÊ BIDIN

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku ew hevdîtinê girîng dibînin û got: "Di hevdîtinê de me gelek mijar nirxand. Beriya niha birêz Kiliçdaroglû bi kurtasî qalê kir. Tirkiye di nava krîzeke gelekî giran de ye. Erdhejê bi êşeke giran nîşanî me da ku em di nava hilweşîneke çawa de ne. Xwedî ev erdhej bi êşeke ewqasî giran neketibûya rojevê, lê bû sedem ku em bikevin nava pêvajoyeke nû. Nabe ku êş ji nedîtî ve bê dayin û bi nedîtina vê êşê siyaset bê meşandin, kar bê kirin. Me hevdîtineke çêker kir. Partiya me di wê baaweriyê de ye ku pêwîstiya civakê ya xisareke mezin ji vê hilweşîna li Tirkiyeyê dîtiye, her wiha di mijara jinûve avakirina avahiyan de pêwîstiya xwe bi bernameyeke lezgîn heye. Yanî bi rengekî bi lez pêwîstiya xwe bi avakirinê heye, pêwîstiya xwe bi destpêkeke nû heye. Destpêkeke nû jî li ser bingeha azadî, edalet, mafên mirovan û demokrasiyê bi avakirina sîstem û jiyanekê dibe. Me di vê mijarê de nêrînên xwe bi hev re parve kirin. Sedema pêkanîna vê hevdîtinê li Meclîsê ew bû ku destnîşan bikin; em Meclîsê weke cihê çareseriyê dibînin. Mîna ku Birêz Serok jî destnîşan kir, pirsgirêkên li Tirkiyeyê hemû divê bi lihevkirineke berfireh a civakî bêne çareserkirin, dikarin bêne çareserkirin. Li aliyê din em ê naveroka vê hvedîtinê, mijarên ku em li ser axivîne li desteyên xwe yên pêwendîdar binirxînin, bi hêzên xwe yên tifaqê re vê hevdîtinê binirxînin û bêyî ku dereng bimîne di demeke nêz de daxuyaniyeke hîn berfiren bi raya giştî û çapemeniyê re parve bikin. Em spasiya we hemûyan dikin."