Mihrîcana Jin a Rojbîn diyarî Aysel Dogan hat kirin

Siyasetmedar Laûrence Cohen ku malovanî ji mihrîcana ku diyarî Şoreşger Aysel Dogan hatî kirin dike, destnîşan kir ku ji bo Komkujiya Parîsê bê ronî kirin û edalet pêk were, wê xebatên xwe bidomînin.

Mihrîcana ku Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) bi navê yek ji sê jinên şoreşger ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin Fîdan Dogan (Rojbîn) lidar xistî, di nava rojê de destpê kir.

Mihrîcana 5’emîn a ku bi dirûşmeya “Li ber xwe bide, xwe rêxistin bike û azad bijî” hatî lidarxistin, îsal diyarî gerîlayên ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi berxwedanê şehîd bûne û jina şoreşger a Kurd Aysel Dogan ku 11’ê Gulanê ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyan xwe ji dest da hat kirin.

Mihrîcana ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, ji xeynî gelê Kurd ji aliyê siyasemedarên Fransî û saziyên şoreşger ve rastî eleqeyek mezin hat.

Ji kesên beşdarî mihrîcanê bûnî, Siyasetmedar Sênatrîce dû Val-de-Marne Laûrence Cohen, 5 salin malovaniya mihrîcana tê amadekirin derdikeve. Di mihrîcanê de Laûrence Cohen axaftinek kir. Cohen anî ziman ku ji bo Komkujiya Parîsê bê ronîkirin û edalet pêk were li mihrîcanê xwedî derdikevin û ji vê yekê şanazin. Cohen diyar kir ku ji bo edalet pêk were, wê xebatên xwe bidomînin û bang kir ku erka hikûmeta Macron ji bo ku ev komkujî bê ronîkirin ewe ku divê belgeyên di destê Wezareta Karên Hundir û îstixbarata Fransî de bên parvekirin.

Cohen di berdewamiya axaftina xwe de got: “Divê PKK ji lîsteya qedexe ya Ewropa bê derxistin” û ji bo ku demildest êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bên sekinandin, bang li hêzên navneteweyî kir da ku bikevin tevgerê.

Piştre peyama Koordînasyona KJK’ê hat xwendin. Di peyamê de mihrîcan hat silavkirin û wiha hate gotin: “Em di şexsê şehîdên xwe yên mezin Zîlan, Bêrîtan, Sara, Rojbîn, Ronahî, Aysel Dogan û hemû hevrêyên ku di berxwedana Zapê de şehîd bûne de, carek din şehîdên xwe yên bi nirx bibîr tînin û soz didin ku em ê hêjayî têkoşîna ku wan bi rêvedibir bin.”

Di peyamê de hat gotin: “Ji bo ku faşîzma AKP û MHP’ê desthilatdariya xwe mayînde bikin sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li ser Rêber Apo kûr dikin” û hat diyar kirin ku di serî de hewldana dagirkeriyê ya li ser Başûrê Kurdistanê, êrîşên li ser Şengal, Mexmûr û Rojava bi binpêkirina nirxên hemû mirovahî û exlaqî dewam dikin.

Di berdewamiya peyamê de evane hatin gotin: “Di encama têkoşîna jinan, rejîma faşîst a AKP-MHP’ê di rêjeyek mezin de lewaz ketiye. Tifaqa AKP-MHP’ê dîsa wê bi têkoşîna hevpar a jinan hilweşe. Îro bi operasyonên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê, qirkirinek nû ya Kurdan tê hedefkirin. Şoreş û destketiyên jinan ên ku li Rojava, Bakur, Rojhilat, Şengal û Mexmûrê hatine avakirin tên hedefgirtin. Jin û ciwanên ku li dijî çeteyên herî hov ên cîhanê berxwedanek dîrokî kirin, îro jî li dijî şerê qirkirin û dagirkirinê yê rejîma AKP-MHP’ê, bi berxwedanek di dîrokê de zû bi zû nayê dîtin li Zap, Avaşîn û Metînayê dagirkeran têk dibin. Vê berxwedana hêja ya gerîlayên azadiyê ku li dijî dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê şerê hebûn û rumetê dide, li her qadê di asta herî jor de xwedî lê derketin û mezinkirina têkoşînê di serî de erka me jinan e. Em bi vê boneyê vê berxwedana hêja ya gerîlayên xwe yên azadiyê carek din silav dikin û bang li gelê xwe dikin ku têkoşîna gerîla veguhazînin hemû qadan.

Li ser vî esasî em carek din we jin û gelê xwe yê bi nirx ên ku tevlî mihrîcana jin a Fîdan Dogan a 5’emîn bûne silav dikin. Em bang li hemû jin û gelê xwe dikin ku li dijî sîstema serweriya zilam, polîtîkayên şikandina jin û qirkirina Kurdan ên tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê, xesbên aborî-ekolojîk û talanê têkoşînê geş bikin. Li dijî dagirkerî û qirkirinê têkoşîna gerîlayên azadiyê mezin bikin.

Jin, Jiyan, Azadî!”

Piştî axaftinan Beser Şahîn, Şehrîbana Kurdî, Dîlan Top, Kevana Zêrîn, Koma Zamarû, Koma Tîerra Mara, Axaftin û Solîna Zarokan derketin ser dikê.