Meşên 8’ê Adarê: Em ê pergala riziyayî hilweşînin

Di çalakiyên 8’ê Adarê yên li Êlih û Mêrdînê peyamên ‘Em ne xemgîn in, em bi hêrs in. Li hemberî desthilatdariyê hêrsa me heye. Em ê vê pergala riziyayî hilweşînin û yeka nû ava bikin, hate dayîn.”

MÊRDÎN

Tevgera Jinên Azad (TJA)  bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma "Piştgiriya Jinan Dide Jiyandin” li ber avahiya HDP'ê ya Mêrdînê daxuyanî da. Berdevka HDP'ê û Parlementera Mêrdînê Ebrû Gunay, parlementer Pero Dundar, Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên Meclisa Jinan a HDP'ê, aktîvîstên TJA'yê amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta  "Dem Dema Jin Jiyan Azadiyê ye"  û dovîzên li ser wêneyê jinên hatine qetilkirin û nivîsên "Jîn Hebûn e, Hebûn Azadî ye", "Bijî Têkoşîna Jinan a Sînoran Nas Nake", "Qetilkirina Jinan Polîtîk e" û "Xwezaya Jinê" hatin hildan. 

Li ser navê TJA’yê Ayşe Bozan daxuyanî xwend. Bozan da zanîn ew li vir in, bi mîrateya paşerojê û berpirsyariya siberojê ew ê têkoşîna xwe bidomînin û dest bi axaftinê kir û wiha got: “Wek TJA, bilindkirina vî dengî ku îro li tevahiya cîhanê wek ‘Jin, Jiyan, Azadiyê olan dide, ji 129 jinên li New Yorkê hatin kuştin heta Rosa Luksemburg û Clara Zetkinê, ji Leyla Qasim heta Sarayan û Sêvêyan, ji Aysel Doganan heta Nagîhanan, heta Jîna Emînî û Evîn Goyî, em têkoşîna wan silav dikin. Li dijî hemû dînamîkên civakê şerekî taybet hatiye destpêkirin ku tê de sixurî, tiryak û fihûş serkêşiyê dikin, bi van tê xwestin ku civak ji hêla exlaqî ve were têkbirin. Li hemberî van polîtîkayên taybet ên şer em careke din dibêjin ku li dijî êrişên plankirî û pergalkirî yên ku bi destê kesên bi unîforma tên kirin û di şexsê Îpek Er, Fîrdevs Babat, Gulîstan Dokû de jinên ciwan ên Kurd ji xwe re dikin hedef, her ku diçe jin zêdetir hişyar dibin û xwe bi rêxistin dikin û ev yek jî dê sîstema tecawizkar, zayendperest û faşîst têk bibe!

Di sala 2023'yan de bi 8’ê Adarê re têkoşîna jinan a azadiyê wê desthilata faşîst a AKP-MHPyê hilweşîne. Em TJA mîrasa ku ji çanda berxwedana jinan ji me re maye, em bi wê mîrasê soz didin, li her qadê û  li hember rejîma 'yek zilam' ku karesata herî mezin e û li hember îqtidara faşîst û zayendperest ku di bin kavilan de maye,  pêşengiya jinan hevgirtina civakî mezintir dikin û 8'ê Adarê Roja Yekitî, Hevgirtin û Têkoşînê ya Jinan pîroz be.”

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî axivî û got: “Mixabin em 8’ê Adarê di bin siya erdhejê de pêşwazî dikin. Bîlançoya erdhejê zêde bû û carek din em bi vê re hîn bûn ku îqtidar rola xwe nalîze. Li wir AFAD, Kizilay tune bû. Jinan cardin bi hev re, bi yekitiyê birînên xwe pêçandin. Çav li mirina mirovan girtin. Dewlet nebû lê têkoşîna jinan hebû. Piştevaniya jinan hebû. Ji roja erdhejê ve em li qadan bûn û îro car din em li vir in. Em ê jinan mihtacê dewleta bi hişmendiya mêr jî nekin. Em li vir bûn em ê li vir bin. Em bi vê li ser lingan in û hew piştevanî me diparêze.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Şehîd namirin” re bi dawî bû.

ÊLIH

Jinên ku li Êlihê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li pêşiya Parka Yilmaz Guney hatin ba hev, bi dirûşma “Dem dema jin jiyan azadiyê ye” ber bi avahiya Partiya Demokratîk a Gelan ve dest bi meşê kirin. 

Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran di çalakiya 8’ê Adarê de axivî û got “Îro serê sibê li Êlihê jinek ji aliyê zilamekî ku di pêvajoya hevberdanê bûn, hat qetilkirin. Li vî welatî her roj herî kêm jinek ji ber şîdeta mêran tê qetilkirin. Bi dehan jin rastî tacîz û tecawizê tên. Ev cînayet, komkujî, îstîsmar, tecawiz, me her tim di her qadê de îfade kiriye, siyasî ne. Ji ber polîtîkayên hikûmetên serdest ên mêr, jin her roj tên qetilkirin, tacîzkirin. Lê em ne xemgîn in, em hêrs in. Em ji desthilatdariyê bi hêrs in.”

Başaran bal kişand ser herêma erdhejê û got “Hîn jî tuwalet tune. Serşok nayên çêkirin. Mirov di sermaya vê zivistanê de li derve man. Jin neçar dimînin ku li konên li qadên jiyana kolektîf bijîn. Lê em dizanin ku ger di qadên jiyana giştî de ji bo jinan ewlekarî neyê dayîn, ev yek dibe sedema metirsiya herî mezin. Qadên jiyana kolektîf rê li ber tacîz û destavêtinê vedike, lê dewlet di vî warî de gavekê jî navêje. Cihên reklamê hene lê cihên jiyanê nînin. Dema em diçin cem jinan, jin hê jî nikarin xwe bigihînin pêdiviyên xwe yên herî bingehîn.”

Başaran got “ Îro wê bibe 8’ê Adarê ku jin hevgirtinê mezin bikin. Bêhêvî nebin, yek ji me ne bi tenê ye, em hene, em bi hev re hene. Em jin em ê azadiya xwe û azadiya civakê misoger bikin. Em ê bi hev re nîzameke jinê ya azadîxwaz, ekolojîk, wekhev û adil ava bikin. Em ê bi hev re civakeke komunal ava bikin. Bi têkoşîna xwe em ê vê pergala qirêj hilweşînin û pergaleke nû ava bikin."