Meclîsa Jinê ya Partiya Çep a Kesk strana xwe ya hilbijartinê da nasandin

Meclîsa Jinê ya Partiya Çep a Kesk strana xwe ya hilbijartinê ya bi navê "Dîsa jin, dîsa jiyan" da nasandin.

Meclîsa Jinê ya Partiya Çep a Kesk strana xwe ya hilbijartinê ya bi Kurdî da nasandin. Strana bi navê 'Dîsa jin, dîsa jiyan' ku gotin û muzîk a hunermend Devrîm Demîr e, ji aliyê Komîna Tevna Jinê ve hate gotin.

Gotinên stranê bi vî rengî ne:

Va ye em in, li vir in
Em ê bi jinê biguherîn in
Tovê azadiya xwe
Em ê bi destê xwe bireşîn in 
***
Bi tîrêjên roja pîroz 
Şax dide li nav axa me
Hêvîyên siberoja me
Ronî dikin vê riya me hêy 
*** 
Va ye em in em jin in 
Xwediyê fikrekî azad in 
Bendê ku ava bûne 
Li derdora xwe em radikin 
***
Em parêzvanên xwezayê ne
Xwediyê hilberînê ne
Avakerên jiyanê ne 
Û dildarê vê dozê ne hêy
***
Dîsa jin, dîsa jiyan 
Dîsa jin, dîsa azadî 
Belav dibe dengê me
Li heft parzemînên cîhanê 
***
Em ava dikin modêlek nû 
Li dora rastiya jinê 
Em davêjin tovê xwebûnê 
Em şîn dikin hêviya hebûne hêy