Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Wanê: Jin wê ji qadan neçin

Jinên li Wanê li hev civiyan, êrîşên li dijî xwe û operasyonên qirkirina siyasî şermezarkirin. Jinan gotin, ew ê qadan neterikînin.

Meclîsa Jinan a Wanê ya HDP'ê, zext, şîdet û operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî jinê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kir.

Hevseroka HDP'ê ya Wanê Gulîstan Orhan, Hevşaredara berê ya Artemêtanê Nûrhaya Çelîk, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA'yê beşdarî çalakiyê bûn.

Gulîstan Orhan daxuyanî da û diyar kir, dewleta AKP'ê bi hemû hêza xwe êrîşî ked, siyaset, nasname, beden, hebûn, dîrok, hişmendî, rêxistinî û azadiya jinê dike. Orhan ragihand, dewleta AKP'ê vê yekê jî hewl dide bi hevkariya mêr a hegemon a paşverû, bi pêngava kolekirina jinê bke û anî ziman, haya me ji gef û xeteriyê heye.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên li dijî parlamenterên jin û hat gotin, "Hevseroka me ya giştî Fîgen Yuksekdag, bi keda xwe ya ji bo HDP'ê û polîtîkaya jinê, bi serbilindî û berxwedêriya xwe ya li hemberî êrîşan, bi têkoşîna xwe ya li her qadê li dijî serdestiya mêr dimeşîne, bi coş û wêrekiya xwe, bi desteka xwe ya bêdûdil a ji bo Şoreşa Jinê ya Rojava, bûye dost û hevrêya me hemûyan. Weke şoreşgerek, jineke sosyalîst a Tirkiyeyî, bi keda xwe têkiliya navbera jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî xurtir kiriye. Ew nirxa hevpar a têkoşîna me ye.

Bi betalkirina parlamenteriya Nûrsel Aydogan û Fîgen Yuksekdag, bi betalkirina endametiya wan a li nav partiya me, bi biryara girtina berdevka meclîsa me ya jinê Besîme Konca, bi girtina hevserokên me yên bajar û navçeyan re AKP û Qesra Erdogan nikare keda wan tine bikin. Nikare wan ji qadên têkoşînê, ji hişê me bibin. Bersiva me ya li şîdeta mêr ev e: em ê li her qadê xwedî li vîna xwe derkevin."