Meclîsa Jinan a HDP’ê: Leyla Guven vîna bi milyonan e

Li gel ku biryara berdana Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven derket jî Guven hê nehatiye berdan. Li ser vê Meclîsa jinan a HDP’ê got Leyla Guven: ‘’Dengê bi milyonan, vîna jinê ye’’.

Derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, ku ji ber rexne li polîtîkayên şer ên AKP’ê anîbû, hatibû girtin, biryara hate standin ku were berdan. Lê dozger li dij vê derket, li dadgeheke jorttir biryar hate standin ku girtî bimîne.

Meclîsa Jinan a HDP’ê got: ‘’Biryarên dadgehê ji bo her kesî divêtiyek e û divê were bicihanîn’’ û diyar kir Guven bi rengekî kêfî  tê girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: ‘’Leyla Guven dengê jinan, vîna bi milyonan e. Di ser rehîngirtina bêhiqûqî ya Leyla Guven re 6 meh derbas bûn biryara berdanê hate stnadin lê dozgeriya qesrê ev biryar bi bayê beze asteng kir. Ev jî nîşan dide ku hişmendiya azadiya jinê ya ku azadiyê, wêrekiyê û li dijî polîtîkayên şer aştî û azadiyê ava dike li pêş rejîma AKP-Qesrê astengiya herî mezin e.’’

Meclîsa Jinan a HDP’ê herî dawî got: ‘’Leyla Guven vîna gelê Colemêrgê, hemû jinan û vîna bi milyonan e.’’