Dadgehê cezayê muebeta girankirî li 3 bersûcên Narînê birî

Şandeya dadgehê ya doza Narîn Guran piştî navberê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê cezayê muebeta girankirî li Yuksel, Enes û Salim Guran birî û her wiha 4 sal û 6 meh ceza li Nevzat Bahtiyar birî.

DOZA NARÎN GURAN

Doza qetilkirina Narîn Guran a 8 salî ya ku di 21'ê Tebaxê de li taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê hat windakirin û cenazeyê wê di 8'ê Îlonê de hat dîtin, piştî navberê dewam kir. Li salona dadgehê tedbîrên ewlehiyê hatin girtin. Cendirme di navbera heyeta dadgehê, bersûc û temaşevanan de hatin bicihkirin. 

Ji ber beşdariya zêde gelek kes nekarîn bikevin salona dadgehê. 

Dadgeh gotina dawî ya dayika Narîn Yuksel, apê wê Salim, birayê wê yê mezin Enes Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar ên ku ji ber sûcê "kuştina bi qestî li dijî zarokê" girtîne guhdarî kir.

Yuksel Guran di gotina xwe ya dawî got: “Dilê min birîndar e, lê Rebbê min şahid û kefîlê min e. Min qet keça xwe nekuştiye. Serê min bilind e. Xweda heqê min nehêle. Ez niha li ba kujer bersivê didim.” 

Nevzat Bahtiyar got, “Min teqez Narîn nekuştiye. Salim Guran cenaze da min. Min jî hilgirt. Ceza çi dibe bila bibe ez razî me. Ez sond dixwim ku min Narîn nekuştiye.”

Enes Guran di axaftina xwe ya dawî de wiha got: “Min rast got, teqez min derew nekiriye. Ez heqê xwe helal nakim. Sûcên ku li ser min tên gotin qebûl nekir. Ez daxwaza berdana xwe dikim.”

Salim Guran got: “Narîn canê min e. Kesê ku herî dawî zirarê bidê ez im. Min bi tu awayî zirar neda Narînê. Ez bêguneh im, ez bereata xwe dixwazim.”

Şandeya dadgehê cezayê muebeta girankirî li Yuksel, Enes û Salim Guran birî û 4 sal û 6 meh ceza li Nevzat Bahtiyar birî.