MEBYA-DER û TJA'yê jinên li têkoşîna azadiyê şehîd bûn, bi bîr anîn

MEBYA-DER û TJA'yê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanî li Wanê serdana gorên jinan kir ên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûn.

Endamên komeleya çand, yekîtî, piştevanî û alîkariyê ya bi malbatên xizmên xwe winda kirine ya dergûşa şaristaniyan (MEBYA-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Rêya Armûşê serdana Goristana Yenî Mahalleyê kirin.

Endamên MEBYA-DER û TJA'yê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê serdana gorên jinan kir ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûn.

Jinan dirûşma "Şehîd namirin" qîriyan û qurnefîl danîn goristanê. Hevseroka MEBYA-DER'ê Hanim Kaya got, "Me xwest 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê di şexsê hevrêyên xwe yên jin de bi bîr bînin ku pêşengî ji me re kirin."

Kaya got, "Li vê derê li pêşberî şehîdên şoreşger hemûyan em careke din 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanî pîroz dikin û soza xwe ya ku me dane şoreşgerên xwe hemûyan dubare dikin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ser xeta azadiyê bimeşin."