'Me soz daye Sara, Meralan, em ê faşîzmê hilweşînin'

KBDH'yê şehîdên meha Çile bi bîr anî û got, ''Soza ku me dayî Rosa, Meral, Lale, Sara û Sêvêyan em ê bi cih bînin.''

Tevgera Jinan a Şoreşa Yekbûyî (KBDH) têkilî komkujiya Parîsê ya 9'ê Çile ya 2013'an ku sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez hatibûn qetilkirin û Sêvê Demir, Pakîze Nayir û Fatma Uyar li Silopya hatibûn qetilkirin daxuyanî da.

KBDH'ê got, meha Çile,''Ew meh e ku hevrê Rosa Luxembûrg, Meral Yakar, Lale Çolak, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylamez, Sêvê Demir, Pakîze Nayir û Fatma Uyar lê nemir bûne.''

Bi berdewamî hate gotin, ''Rosa, Meral, Sara, Rojbîn, Ronahî, Sêvê, Pakîze û Fatma di rêya hilweşandina faşîzmê û bi dest ve anîne azadiya me de xetîreyek in ku rêya me ronî dikin.''

KBDH'ê di daxuyania xwe de got, ''Sara ku li Nimroya 5'an a Amedê 20 salan girtî mayî lê ne beriya zindanê, ne li zindanê û ne jî piştî ku ji zindanê derketî ji têkoşînê nehatî xwarê, piştî ku li Parîsê li gel Ronahî û Rojbîn hate qetilkirin jî ne tenê hînî tevgera jina Kurd, hînî hemû jinên cîhanê kir ku bi serbilindî û biryardarî bimeşin. Sêvê, Pakîze û Fatma ku ji Sara, Rojbîn û Ronahîyan alaya standin bi gotina, ''Bêyî xwerêveberî, bêyî xweparastinê nabe'' di berxwedana xwerêveberiyê de bi roleke çalak rabûn û ji bo ku bala dijmin ku berê xwe dabûne hevalên wan belav bikin bi fedekarî tevgeriyan, ji Silopyayê mizgîniya azadiyê dan.''


KBDH'ê her wiha got ''Di şexsê hemû hevrêyan de ku meha Çile nemir bûne, bi mîrateya hemû jinên ku bûne stêrik em ê çalakiyên xwe zêde bikin, xweparastina xwe geş bikin, em ê jiyanê li tacîzkar û tecawizkaran teng bikin'' û bi berdewamî hate diyarkirin, ''Em ê dewleta TC'ê ya faşîst û sazî û kesên ku destekê didin wê bikin hedef, soza ku me dayî Rosa, Meral, Lale, Sara û Sêvêyan e ê bi cih bînin. Em ê pêngava ku me Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan dayî destpêkirin bi serfiraziyê tacîdar bikin, di şexsê Rosa, Meral, Lale, Sara û Sêvêyan de ku meha Çile bûne stêrik hemû nemiran bi lîlandina azadiyê bi bîr bînin.''