Malbatên girtiyan: Bila tu kes li mala xwe rûnene!

Malbatên girtiyên berxwedêran li Amedê tevî astengiyia polîsên Tirk meşiyan bal kişandin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê. Dayikan bang kir û got,"Heta tecrîd bi dawî nebe bila tu kes li mala xwe rûnene”

Dayikên ku xwestin li Parka Koşuyolu daxuyaniya çapemeniyê bidin ji hêla polîsên Tirk ve hatin astengkirin, tevî dorpêça polîsan meşiyan û diyar kirin ku wê her roj çalakiya xwe pêk bînin.

Dayikên ku bi armanca balê bikêşin ser tecrîd û grevên birçîbûnê xwestin li Parka Koşuyolû çalakiya rûniştinê pêk bînin ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan park dorpêç kir û nehişt ku dayik û parlamenterên HDP’ê Remziye Tosun, Salîha Aydenîz û Semra Guzel ku xwestî piştgirî bidin dayikan nehiştin bikevin parkê. Li ser vê yekê dayikan li ser rê çalakiya rûniştinê pêk anî. Dayikan bê navber dirûşemeyên, “Zext nikarin me bêzar bikin” û “Bijî Berxwadana zindanan” berz kirin.

DAYIKAN GOT: BILA TU KES BÊDENG NEMÎNE!

Piştî çalakiya rûniştinê malbat dest bi meşê kirin. Dayik heta li ber avahiya TUAY-DER’ê di bin dorpêça polîsan de meşiyan û li vir daxuyaniya çapemeniyê dan. Li ser navê malbatan Yesure Tufan  daxuyanî da û diyar kir ku wê ji niha û şûnde her roj li parka Koşuyolûyê çalakiya xwe bidomînin. Tufan got, “Em ê li ber xwe bidin. Bila her kes deng bide dengê me, em ê vê tecrîdê bişkînin. Heta şkandina vê tecrîdê em ê li qadan bin. Em li bang li dayikan dikin bila li mala xwe rûnenin. Roj ne roja rûniştinê ye. Werin tevlî me bibin. Bila her kes dengê xwe li dijî tecrîdê bilind bike. Heta tecrîd bi dawî bibe wê çalakiya me bidome û em ê li qada bin.”