Li Zurîhê semînera ‘Jin, Jiyan, Azadî’
Bi boneya 8’ê Adarê bi beşdariya Nûnera KJAR’ê ya Ewropayê Meryem Fethî ve li bajarê Zurîhê li ser serhildanên ku bi pêşengiya jinan li Îranê pêş ket, semînerek hate dayîn.
Bi boneya 8’ê Adarê bi beşdariya Nûnera KJAR’ê ya Ewropayê Meryem Fethî ve li bajarê Zurîhê li ser serhildanên ku bi pêşengiya jinan li Îranê pêş ket, semînerek hate dayîn.
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a li bajarê Zurîhê semînerek hat dayîn.
Semîner ji aliyê Nûnera Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) a Ewropayê Meryem Fethî ve hate dayîn.
Meryem Fethî der barê serhildana gel ku bi qetilkirina Jîna Emînî destpê kir û bi mehan in dewam dike û li ser têkoşîna jinan a li Îranê agahî da. Meryem Fethî ku pirsên beşdaran bersivand, diyar kir ku divê her kes piştgiriya şoreşa “Jin, jiyan, azadî” ku li Rojhilat û Îranê pêş ket, bike.
BÛ DIRÛŞMEYA GELÊN LI ÎRANÊ
Meryem Fethî destnîşan kir ku serhildana gel ku bi qetilkirina Jîna Emînî destpê kir, li gel êrîşan jî bi mehan in didomin. Fethî got: “Bi salan in li Îranê têkoşîna jinan dijî Komara Îslamî ya Îranê didomin. Divê ev têkoşîn neyê biçûk dîtin. Ev dirûşme encama felsefeya Netewa Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Îro ev dirûşmeya ji xeynî Kurdan, ji aliyê gelên Belûc, Fars, Afgan û gelên din ên li Îranê ve tê berz kirin. Ev yek ji bo têkoşîna jinên Kurd serkeftinek e. Hemû cîhan vê dirûşmeyê bikar tînin. Felsefeya “Jin, jiyan, azadî” ku li Rojavayê zindî bû wê li Îranê jî zindî bibe.”
CARA YEKEMÎN E KU GEL BI HEV RE TÊDIKOŞIN
Nûnera KJAR’ê bal kişand ku li Îranê gelek pêkhateyên cuda hene û diyar kir ku ji her pêkhateyan tevlîbûna şoreşa “Jin, jiyan, azadî” heye û wiha berdewam kir: “Komara Îslamî ya Îranê xwe li ser tirsê diafirîne. Bi hezara kes hatin darvekirin. Gel, rûyê tarî ya vê dewletê dizane. Ji ber vê şoreşa ku bi pêşengtiya jinan pêş dikeve, girîng e. Belavî hemû derên Îranê bûye. Bifikirin bajarê Qum ku navenda dewleta Îslamî ye; jin li wir jî serî rakirin. Cara yekemîn gel bi hev re têdikoşin.”
Nûnera KJAR’ê Fethî herî dawî diyar kir ku ne PJAK, ne KODAR, ne jî KJAR ne bi dewleta Îslamiyê re ne û got: “Ji bo me têkoşîna ku li her çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin, bi wate ye. Jîna Emînî şehîda Bakurê Kurdistanê ye, Sakîne Cansiz şehîda Rojhilatê Kurdistanê ye. Divê gelê me yê li Ewropayê li dijî qetliamên ku her roj li Rojhilatê Kurdistanê rû dide, bi hestiyar bin.”