Li Ûrûgûayê çalakiyên meha Kurdan dest pê dikin

Li Ûrûgûayê, bi navê 'Kurdistan li Ûrûgûayê ye' îro çalakî dest pê dikin. Çalakî wê mehekê dewam bikin.

Çalakiyên meha Kurdan ji aliyê Tevgear Jinên Kurd, Muzeya Koçberiyê ya Montevîdeo (MUMI), Şaredariya Montevîdeo û saziyên çand û hunerê yên ser bi şaredariyê ve tên organîzekirin. Çalakî ji du beşên "Jin-Mûjeres de Kurdistan (Jinên Kurdistanê)" û "Azadî-El Precîo de la Lîbertad (Berdêla azadiyê)" pêk tê.

Tevgera Jinên Kurd dixwazin bi rêya van çalakiyan, çand û dîroka Kurdan bi gelê Ûrûgûayê bide naskirin.

Bi pêşangeha wêneyan a bi navê "Jin-Jinên Kurdistanê" re wê ji dema bihurî heta roja îro, kevneşopiya berxwedanê û daneheviya çandî ya jinên Kurd ji beşdaran re bên nîşandan.

Pêşangeh bi alîkariya wênevan Veysî Altay hatiye amadekirin û ji berhemên hunerî yên ji bo naskirina çand û dîroka Kurdan pêk tê. Di heman beşê de wê kincên gelêrî yên Kurdan û eşyayên kevneşop ên Kurdan ku rojane bi kar tînin, bên nîşandan. Di pêşangehê de wêneyên gerîla, şervanan, Leyla Qasim, Sara, Zîlan, Bêrîtan, Arîn Mîrkan jî hene.

Di beşa "Azadî-Berdêla Azadiyê" de, têkoşîna azadiyê û berxwedana gelê Kurd bi perspektîfeke dîrokî tê vegotin. Di vê beşê de jî, bi alîkariya Veysî Altay wêneyên têkoşîn û berxwedana Kobanê, Sûr, Cizîr û Şengalê, her wiha komkujiyên Agirî, Zîlan, Dersîm, Helepçe û Enfalê wê werin nîşandan.

Di nava berheman de wêneyê Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê jî hene.

Çalakiyên 'Kurdistan li Ûrûgûayê ye" ku îro dest pê dikin, wê heta dawiya meha Nîsanê dewam bikin. Di nava mehekê de wê gelek panel li ser Tevgera Jinên kurd û Çanda Kurd bên lidarxistin. Ji Zanîngeha Ûrûgûayê Sûsana Mangana, nûnera Tevgera Jinên Kurd a Latîn Amerîkayê Melîke Yaşar, ji Dayikên Plaza de Mayo yên Arjantînê Nora Morales Contînas û hunermend Sosin tevlî van panelan bibin.

NEWROZ WÊ LI MONTEVÎDEOYÊ BÊ PÎROZKIRIN

Pîrozbahiya Newrozê ya li Montevîdeoyê wê di êvara 20'ê Adarê de bi resepsiyonekê dest pê bike û roja 21'ê Adarê wê bi konsera Sosin biqede.

Tê payîn gelek siyasetmedar, akademîsyen, hunermend, nûnerên rêxistina girseyî ya demokratîk û nûnerên sefaretxaneyên li Montevîdeoyê beşdarî resepsiyona Newrozê bibin, ku ji aliyê Muzeya Koçberiyê ya Montevîdeo ve tê organîzekirin. Di resepsiyonê de wê xwarina Kurdan pêşkêşî beşdaran bê kirin.

Çav li rê ye ji bajarên cuda yên Ûrûgûayê û Arjantînê gelek kes tevlî konserê bibin.