Li Tekirdagê dayîk û zaroka wê ya 6 salî hatin qetilkirin

Hatîce Tûran û keça wê Esîla Turan a ku li navçeya Suleymanpaşa ya Tekîrdagê dijiyan, ji aliyê zilamê bi navê Mûrat K. ve hatin qetilkirin.

Li Suleymanpaşa ya navçeya Tekîrdagê, Mûrat K. di ser mala Hatîce Turan û keça wê ya 6 salî Esîla Turan ên ku dev jê berdayîn de girtin. Mûrat K, destpêkê Hatîce Turan piştre keça wê qetil kir. Hate diyarkirin ku piştre jî Mûrat K. xwestiye xwe bikuje û birîndar bûye, piştî îxbarê tîmên tenduristiyê û jendirme hatin cihê bûyerê.

Piştî lêkolînan cenazeyê Hatîce Turan û keça wê ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Tekîrdagê.