Li Swîsreyê greva jinan: Ne jinan civakê biguherînin!

Li Swîsreyê jin piştî 28 salan ji bo wekhevî, edalet û azadiyê wê têkevin grevê. Di grevê de wê peyama ‘ne jinan, pergal û civakê biguherînin’ were dayîn.

Li Swîsreyê bi daxwaza ‘mafên wekhev’ jin di 14’ê Hezîrana 1991’an de ketibûn grevê. Jin 28 sal şûnde wê sibê dîsa têkevin grevê. Vê greva neteweyî bi pêşengiya rêxistinên jinan û sendîkayan tê lidarxistin û gelek partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî jî piştgiriya xwe diyar kirine.

Vê greva jinan a neteweyî ketiye rojeva welat. Jinên Swîsreyê pace û şaneşînên mala xwe bi alayên mor xemilandine û ji ber grevê wê li gelek bajaran dakevin qadan.

Ligel di ku Destûra Bingehîn de mafê jin û mêran wekî hev e jî, jinan gelek mafên xwe hê bi dest nexistine. Li gelek qadan hê jî li ser jinan zext hene. Li gorî daneyên Ofîsa Îstatîstîkên Federal jin û mêrên di bin heman şertan de dixebitin, jin li gorî mêran 12 ji sedî kêm meaş distînin. Li gorî rêxistinên jinan ev rêje 20 ji sedî ye.

Di heman demê de li ser jinan şîddeta nav malê û ya derve jî heye. Her roj li 11 jinan êrîşeke zayendî tê kirin û salê 27 hezar zarok û ciwan dibin mexdûrên şîddeta nav malê.

Rêxistinên jinan bi peyama ‘ne jinan, civakê biguherînin’ re dibêjin ku “Di civakekê de heke pere di navendê de be, li wê derê wekhevî nayê avakirin. Tişta girîng divê civakeke wisa were avakirin ku qîmeta mirov û jinan hebe.”