Li Swêd, Yewnanistan û Kibrisê qetlîama Parîsê hate protestokirin

Sê şoreşgerên jin ên Kurd ku di qetlîama Parîsê de hatibûn kuştin, li Swêd, Yewnanistan û Kibrisê hatin bibîranîn.

Yek ji avakara PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya li Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî)  ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn kuştin, li Swêd, Yewnanistan û Kibrisê hatin bibîranîn.

STOCKHOLM

Meclîsa Jinan a Amarayê ji bo şermezarkirina kuştina yek ji avakara PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya li Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî)  ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn kuştin, li Qada Sergelstorgê ya Stockholmê çalakiyek li dar xistin.

Çalakgeran saet di 14.00’an de wêneyên jinên hatine qetilkirin, hildan û xwestin ku bila kujer werin darizandin.

BORLANGE

Li bajarê Borlange ya Swêdê her sê jinên şorşger hatin bîranîn. Di çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Gel a Borlange û Însiyatîfa Jinên Kurd hatibû organîzekirin de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin. Di çalakiyê de danezan jî hatin belavkirin.

LAVÎROV

Li bajarê Lavîrov a Yewnanîstanê jî her sê jinên şoreşger di 8’mîn salvegera şehadeta xwe de hatin bîranîn.

Di kampa ku penaberên Kurd lê dijîn de Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Kurdistanê-Ewropa merasîmek ya bîranînê lidarxistin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Çalakî piştî deqîqeyek rêzgirtinê bi nîşandana sînevîzyonek ya derbarê jiyana her sê jinên şoreşger ve dom kir.

Piştî sînevîzyonê axaftin hatin pêşkêşkirin. Di axaftinan de hate gotin ku têkoşîna Cansiz, Dogan û Şaylemez îro bi sed hezaran jin ve didome.

Merasîm bi guhdarkirina helbestan û pêşkêşkirina tiyatroyê bi dawî bû.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ DIDOME

Ji aliyê din ve jî roja 4’ê Çileyê ji bo xwedîderketina çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan, li Kampê jî çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin, didome.

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku bi komên 8 kesî ve her 5 rojan carekê tê dewrkirin îro ji aliyê 8 jinan ve hate dewrgirtin. Li kampê her wiha bi mebesta xwedîderketina çalakiya greva birçîbûnê çalakiya dengderxistinê ku ji 13’ê Kanûnê ve hatî destpêkirin jî tê lidarxistin. Di çarçoveya wê çalakiyê de her Şemiyê di saet 20:00’an û her rojên Sêşemiyê jî di saet 13:00’an de çalakiya dengderxistinê tê lidarxistin.

LÎMASSOL

Li bajarê Lîmassolê yê Kibrisê jî şoreşgerên jin ên Kurd ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Bibîranîn li Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê hate lidarxistin.

Li eywana bibîranînê wêneyên Sara, Rojbîn û Ronahî hatin daliqandin ên ku li Parîsê hatibûn kuştin. Di bibîranînê de siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat û Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd Fatma Dogan axivîn.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku dewletên Ewropayê li dijî poîtîkayên qetlîamê yên Erdogan bêdeng e û Sakîne Cansiz û hevalên wê li hemû dinyayê mîrateke mezin a têkoşîna azadiyê ya jinan li pey xwe hiştine û bi vê mîrateyê li Rojava şoreşeke jinan pêk hatiye.