Li Stûttgartê jinên berxwedêr hatin silavkirin

Li Stûttgartê bi mîtîngekê bal hate kişandin li ser cînayetên jinan, ne wekheviya zayendî û zayendperestiya civakî ku her ku diçe zêde dibe.

Li bajarê Stûttgart a Elmanya di çarçoveya roja 25’ê Mijdarê de bi pêşengiya Însiyatîfa Jinê ya Meryem mîtîngek hat lidarxistin.

Di mîtîngê de ku bi dirûşmeya “Li hemberî qirkirina jinê em jina azad û civaka azad biparêzin” ji aliyê YJK-E Stûttgart hatî lidarxistin, belavokên ji aliyê Tevgera Jinên Kurd li Ewropa hatibûn amadekirin hatin xwendin.

Di mîtîngê de têkoşîna azadiya jinên Kurd ku di serî de ji bo jinên Rojhilata Navîn, ji bo hemû jinên cîhanê bû çavkaniya îlhamê hat silavkirin û li dijî hişmendiya zilamsalar banga berxwedanê ya mil bi mil û mezinkirin û domdarkirina rêxistinbûniya jinan hat kirin.

Nûnerên jin ên Dîe Lînke, Bi Çavê Jinê û SKP’ê jî tevlê mîtîngê bûn û di axaftinên pêşkêşkirinî de bal kişandin ser cînayetên jinan, ne wekheviya zayendî û zayendperestiya civakî û hat gotin ku her ku diçe rêjeya wan zêdetir dibe.

Di mîtîngê de li dora wêneyên jinên şoreşger yên ji aliyê xizmên xwe ve hatine qetilkirin û bi şîdeta dewletê jiyana xwe ji dest danî mûm hatin pêxistin û ji bo bîranîna wan pifdank bi hewa kirin. Di tevahiya merasîmê de wêneyên wan bi slaytê hate nîşandan.

Ji bo girtiyên jin kart postal hatin nivîsandin ku bişînin.

Çalakî bi bangewaziya tevlêbûna ji bo meşa ku wê 27’ê Mijdarê were lidarxistin bi dawî bû.