Li Stockholm'ê 8'ê Adar bi meşeke mezin hate pîroz kirin

Îsal jî li Stockholmê piraniya sazî û rêxistinên jinan ji bo 8'ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinên karker û Kedkar hatin gel hev û bi meşeke mezin ev roj pîroz kirin.

Çalakiyên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşma "JIN, JIYAN AZADI" li sê navendên cuda yên paytext Stockholmê hatin pêkanîn. Ya yekem li meydana Södermalmstorgê, jinên Afganî û Îranî seet 16:00'ê danê êvarê pîrozbahî kirin, ya duyem li pêşiya Parlamenta Swêd meydana Mynttorget saet di 17.00 de û piştî ku her du kom jî gihane meydana Sergels Torget a navenda bajêr, mitîngek mezin lidar xistin.

Jinên ku jî ku bi erbane, alayên KJAR, pankartên wêneyên şehîdên komkujiya Parîsê û her wiha wêneyê girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan beşdarî çalakiya ji bo 8'ê adarê ya li navenda bajêr bibûn, li cihê mitîngê ji hêla parlamenterên Partiya Çep û nûnerên saziyên jinan axaftin hatin kirin.

Li ser navê KJK Ewrûpa jî Ayşe Göktepe daxuyanî xwend û got, "Em bi dirûşmeya 'Jin, Jiyan, Azadî' ber bi şoreşa jinê ve diçin. Em weke gelê Kurd û jinên Kurd 8’ê Adarê di demeke ku krîzên modernîteya kapîtalîst mafê me yê jiyanê tehdîd dike, silav dikin. Li hemberî hêzên ku mafên me yên jiyanê binpê dikin, bi qasî êş û windahiyên me, îradeya me ya berxwedanê gelekî xurt û bênavber e. Sedemên têkoşîna me ji her demê xurtir in. Desthilatdariya mêr, tifaqa dewlet û kapîtalîzmê, êrîşên jinan didomîne û vediguhere şerê di navbera sîsteman de. Em pêla herî xurt a vê berxwedanê ne. Em dizanin ku ger em her roj jiyana xwe bi berxwedanê tevnegerin em nikarin bijîn. Em vê yekê ji tiştê ku me di sala dawî de jiyaye dizanin. Me got kapîtalîzm û faşîzm hilweşîna civakî ne. Û mixabin ev gotin bi erdheja ku di 6'ê Sibatê de li welatê me Kurdistanê qewimî dîsa hat piştrastkirin. Tifaqa qirêj a AKP/MHP'ê û polîtîkayên faşîst, encamên karesatê hîn girantir kir. Bûye sûcê mirovahiyê. Em rûyê herî qirêj ê faşîzmê ji qêrîna jin û zarokên di bin xirbeyan de mane û ji jiyana wan a binaxkirî nas dikin. Me got pergala serdest a mêr dibe sedema kuştina zarokan. Em vê yekê ji welatê xwe Kurdistanê dizanin. Em dizanin ku dewleta Tirk a ewqas hov bûye ku gerîlayên jin bi çekên kîmyewî qetil kirine. Em faşîzma ku jin ji siyaset û rêveberiyên herêmî derxistine nas dikin. Faşîzma ku nekarî parlamenter û şaredarên jin ên bi îradeya gel hatin hilbijartin, ji bo wan encamên mezin derxist holê û avêtin girtîgehê. Yên ku ji azadiya jinê ditirsin, heta ji taya pora jinan jî ditirsin û mînaka wê Jîna Emînî qetil dikin, em dizanin. Dema hevrêyên me Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û 10 sal şûnde Evîn Guyî li Parîsê qetil kirin, ev hemû jî encamê ev zîhniyet hovane ya li dijî jinan bû. Bi parvekirina berxwedana jinên Kurd a ji bo jiyana azad û tecrubeyên wan bi jinên cîhanê re dest pê kir. Bi dîtina formula efsûnî ya azadkirina jiyanê bi îlankirina JIN JYAN AZADI dest pê kir." 

Di dema axaftina her kesî de bê navber dirûşmeyên: JIN, JIYAN, AZADÎ dihate vegotin. Balkêş bû ku di axaftinan hemûyan de her tim jina kurd weke mînak dihate destnîşan kirin, qala birêxistinbûna jina kurd dihate kirin.

Her wiha ji ber barîna berfa zêde û sarbûna hewayê, li gor salên berê hejmara çalakvanan kêm bû lê weke her devera cîhanê li vir jî coşa jinan hêjayî dîtinê bû.

Her wiha hejmareke ji jinên Efxanîstanî jî li rex jinên Kurd bi rakirina alayên xwe, hêrs û nerazîbûna xwe ya li dijî rejîma Talîbanê vedigotin hebûn.

Bi heman rengî, jinên Belûçî jî bi rakirina pankartên xwe kiryarên desthilatdariya Îranê ya li dijî gelê Belûç vedigotin.

Piştî axaftinan girseya kombûyî ber bi meydana Norrmalmstorget ve meşiyan. Di rê de bandrola koma muzîkê ku di pêşiyê de dimeşiya, her kes bi rakirina al û rengên xwe û hildana pankartên cuda cuda meşiyan.

Jinên Kurd jî bi erbane û alayên xwe beşdarî meşê bûn.

Çalakiya ji bo 8'ê Adarê ku saet 18:00'an li navenda bajêr destpêkiribû, saet 20:00'an bi dawî bû.