Li Stenbolê 2 jinên din hatin qetilkirin

Li Sûltanbeyliyê kesê bi navê Adnan Soysal bi kêrê Hatîce Soysal qetil kir ku pê re zewicî bû. Li Esenlerê jî Nerîman Kivrak ji aliyê kes an jî kesên nenas ve bi kêrê hate qetilkirin.

Li Stenbolê 2 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.

Li Sûltanbeyliyê kesê bi navê Adnan Soysal, Hatîce Soysal a pê re zewicî bû û zarokê wê li malê ragirt. Zarok karîbû ji malê derkeve, lê kiryar Adnan Soysal bi kêrê Hatîce Soysal qetil kir. Cenazeyê Soysal ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî.

Kiryarê ku li cihê bûyerê întixar kir, birin nexweşxaneyê.

LI ESENLERÊ JINEK HATE KUŞTIN

Li Esenler a Stenbolê jî Nerîman Kivrak a 68 salî bi kêrê ji aliyê kes an jî kesên nenas ve hate kuştin.

Têkildarî bûyerê lêpirsînê dest pê kir.